Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Îsraîlê derengiya şeva înê hinek deverên li başûr û rojhilatê Libnanê bombebaran kirin.
Di êrişan de herî kêm 3 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di daxuyaniyekê de amaje pê kir ku êrişan 5 cihên cuda yên li deverên Sûr, Nebetiye û Geliyê Biqayê kirine hedef.
Li gorî raporên medyaya fermî ya Libnanê, 2 ji kesên mirî ciwan bûn û dema ku li bajarê Nebetiyeyê li motorsîkletekê siwar bûn hatine hedefgirtin.
Li gundê Remadiyeyê yê navçeya Sûrê ku zêdetirî 10 kîlometreyan ji sînorê Îsraîlê dûr e, bombebaranê li maleke ku koçber tê de bûn xist.
Wezareta Tenduristiyê got ku di wê êrişê de kesek miriye û 15 kes jî birîndar bûne, di nav birîndaran de 2 zarok, 3 jin û 6 xebatkarên hawarçûnê hene.
Îsraîl: Em dê rê li ber dijmin bigirin
Ev êriş piştî wê yekê tên ku artêşa Îsraîlê roja pêncşemê ragihandibû ku wan kontrola girên stratejîk ên Elî Tahirê kiriye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz tekez kir ku artêş dê xebatên xwe bidomîne "ji bo rêlibergirtina wê yekê ku dijmin careke din li herêmê bi cih nebe."
Koordînatorê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî yê Libnanê Îmran Riza li ser platforma Xê nivîsî ku ew malbatên piştî agirbestê vedigerin Nebetiyeyê, "rûbirûyê wêrankariyeke berfireh, kêmiya xizmetguzariyên bingehîn û nediyariyê dibin."
Amarên şerê li Libnanê
Ev pêşhat di demekê de ne ku ji meha Adara 2026an ve Îsraîl û Hizbulah di nav pevçûneke tund a leşkerî de ne.
Her çi qasî meha Hezîrana borî di navbera Amerîka û Îranê de peymanek hatibe îmzekirin û rewşa eniyên şer heta radeyekê aram bûbe jî Libnan hîn jî ji ber binpêkirinên agirbestê û bombebaranên Îsraîlê dinale.
Li gorî amarên fermî yên Libnanê, ji destpêka şer ve heta niha zêdetirî 4 hezar û 300 kesî li wî welatî mirine û zêdetirî milyonek kesî jî koçber bûne.



