Hewlêr (Rûdaw) - Tom Barrack li ser nûbûna aloziyên li parêzgeha Siwêdayê hişyarî da.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Tom Barrack di daxuyaniya xwe de dilgiraniya welatê xwe ya li ser nûbûna aloziyên li parêzgeha Siwêdayê nîşan da û bangî hemû aliyan kir ku xwe ragirin û diyalogê berdewam bikin.
Barrack da zanîn ku nêzîkî salekê berê Amerîkayê li gel wezîrên karên derve yên Sûriye û Urdunê nexşerêyeke sêalî ya aştiyê ji bo Siwêdayê îmze kiribû.
Armanca vê nexşerêyê parastina mafên civaka Durziyan û vegerandina aramiyê ye.
Nûnerê Amerîkayê hişyarî da ku nebûna birêvebirineke baş rê dide komên çekdar ku valahiyê tije bikin.
Darizandina berpirsên tawanên giran
Her wiha Barrack bal kişand ser wê yekê ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê dest bi rûbirûbûna "tawanên giran" kiriye.
Ew tawan tîrmeha par ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibûn kirin.
Hikûmet niha berpirsên wan tawanbar dike û wan dide dadgehê da ku werin darizandin.
Barrack ev pêngav wekî "hêviyekê" bi nav kir û got ku divê berdewam bike.
Nûnerê Amerîkayê di vê dema ku wî wekî "dema hesas" a li ser asta herêmê û cîhanê bi nav kir de, bang li hemû aliyan kir ku pêbendî aramiyê bin û diyalogeke rasteqîne bikin.
Wî hişyarî da û got: "Alternatîfa diyalogê ne serkeftin e, lê rûdaneke nû ya şîn û girînê ye."
.webp&w=3840&q=75)


