Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya leşkerî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî ragihand ku di encama êrişên Hûsiyên Yemenê yên li ser bajar û binesaziya aborî ya li başûrê Erebistana Siûdî de herî kêm 73 sivîl birîndar bûne.
Berdevkê Hevpeymaniyê Tirkî Malikî diyar kir ku Hûsiyan li bajarên Ebha, Xemîs Muşeyt, Cazan û Necranê "êrişên bêwate" birine ser cihên sivîl û bazirganiyê.
"Binpêkirineke eşkere ye"
Malikî ev êrişên ku jin û zarok jî di nav de gelek sivîl di wan de birîndar bûne, wekî "aloziyeke xeternak" û "binpêkirineke eşkere" ya serweriya Erebistana Siûdî bi nav kir.
Wî ew kom bi "tevgerên tundrew û tawanbariyê" yên bizanîbûn tawanbar kirin ku aştî û aramiya Yemen û dewletên Ereb ên cîran têk didin.
"Em dê hemû tedbîran bistînin"
Malikî diyar kir ku Fermandariya Hêzên Hevbeş a Hevpeymaniyê dê ji bo rêlibergirtina “êrişên dijminane” û parastina welatiyên Siûdiyê "hemû tedbîrên operasyonî yên pêwîst" bi cih bîne.
Hevpeymaniyê her wiha soz da ku ji bo nehiştina çavkaniyên metirsiyê "hemû tedbîrên pêwîst" bistîne.


