Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz careke din gef li Îranê xwar.
Katz destnîşan kir ku di egera "her êrişa Îranê" de ew dê wekî bersiv bi tundî êrişî tesîsên enerjiyê yên sereke yên Tehranê bikin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê, Katz got ku dê sala bê gelê Îranê ji birêvebiriya Tehranê "xilas bibe."
Katz da zanîn ku ji ber krîza aborî û zextên giran ên li ser Îranê, dibe ku Tehran biryara êrişkirina ser Îsraîlê bide.
Li hemberî vê îhtimalê wî birêvebiriya Tehranê careke din hişyar kir û got:
"Bi çi sedemê dibe bila bibe û li kû dibe bila bibe, her êrişa li ser Îsraîlê dê rastî bersiveke xurt were."
“Em dê Îranê vegerînin serdema kevirîn”
Katz îdia kir ku bersiva Îsraîlê dê tesîsên enerjiyê yên sereke yên Îranê jî li xwe bigire.
Wî diyar kir ku dê ziyaneke wisa giran bigihêje Tehranê ku heta niha qet nedîtiye û ev yek dê welêt bi dehan salan bi baş bixe.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê her wiha destnîşan kir ku artêşa wan di amadebaşiyê de ye.
Katz di daxuyaniya xwe ya 3yê Îlonê de jî dabû zanîn ku eger Îran êrişî Îsraîlê bike dê Tel Evîv li derveyî hemû sînordarkirinan bimîne.
Katz wê demê jî gef xwarib û gotibû:
"Eger Îran êrişî Îsraîlê bike, dê artêş enerjî jî di nav de hemû jêrxana Îranê bike armanc. Em dê Îranê vegerînin serdema kevirîn û tariyê."


