Hewlêr (Rûdaw) - Li Yemenê çekdarên Hûsiyan girava Miyûnê ya li nava Tengava Babulmendebê xist bin kontrola xwe û li herêmê belav bûn.
Berpirsekî hikûmetê yê herêmê ji Ajansa Agence France-Presseyê (AFP) re ragihand ku piştî vekişîna hêzên hikûmetê ya ji giravê, çend kelekên çekdarên Hûsiyan gihîştine girava Miyûnê û ew kontrol kiriye.
Şahidên bûyerê jî ji ajansê re diyar kir ku çekdarên Hûsiyan bi otomobîlên leşkerî li peravên Babulmendebê belav bûne û wan dest bi pişkinînê (kontrol) kiriye.
Rêya sereke ya hinartina petrolê ye
Girava Miyûnê ji ber pêgeha xwe ya erdnîgarî ya li nava Tengava Babulmendebê, li cîhanê yek ji xalên stratejîk ên herî girîng ên deryavanî û keştîvaniyê ye.
Ev herêm rêya sereke ya hinartina petrolê û veguhastina bazirganiyê ya di navbera Asya û Ewropayê de ye.
Berpirsekî leşkerî yê hikûmeta Yemenê şeva borî ragihandibû ku Hûsiyan bajarê Muxayê yê li ser Deryaya Sor kontrol kiriye.
Ev hefteyek e Yemen di nav şer û pevçûnên tund ên di navbera Hûsiyan û hêzên hikûmetê re derbas dibe.
Ev pevçûn ji peymana agirbestê ya sala 2022yan ve wekî şerê herî dijwar tê dîtin.
Li gorî amareke ku pişta xwe bi çavkaniyên her du aliyan ve girê dide, di van şeran de herî kêm 500 kes hatine kuştin ku piraniya wan çekdar in.


