Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku
wan li asmanê rojavayê Tengava Hurmizê balafireke bêmirov (dron) a cureyê MQ-1 a
Amerîkayê xistiye xwarê.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA) daxuyaniya nivîskî ya
Artêşa Pasdaran a Îranê belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku drona ji cureyê MQ-1 li
asmanê rojavayê Tengava Hurmizê ji aliyê pergala parastina asmanî ya Îranê ve
hatiye dîtin û xistin.
Artêşa Pasdaran a Îranê da zanîn ku wan doh serê sibehê jî
li ser Tengava Hurmizê droneke ji heman cureyî xistiye xwarê.
MQ-1
Drona ji cureyê MQ-1 a ku salên 1990î ji aliyê Amerîkayê ve
hatiye hilberandin, di destpêkê de ji bo çavdêrî û keşfê hatibû plankirin.
Pişt re kamerayên nû û mûşek li van dronan hatin zêdekirin.



