Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên hikûmeta Yemenê ragihand ku
wan doh li parêzgehên Taiz û Şebweyê 3 dronên Hûsiyan xistine xwarê.
Her wiha balafirên şer li rojavayê Taizê li pêgeh û amûrên leşkerî
yên Hûsiyan daye.
Lîwayên Amaliqeyê yên girêdayî hikûmetê diyar kir ku droneke
Hûsiyan li eniya Kehbubê ya li nêzîkî Babulendebê hatiye xistin.
Her wiha du dronên êrişê yên jî li Beyhanê berî ku bigihîjin
armancên xwe hatine têkbirin.
Malpera fermî ya artêşa Yemenê "September Net"ê jî
ragihand ku balafirên şer li rojavayê Taizê li çeper, kombûn û wesayîtên
Hûsiyan ên li derdora Muxa û Pira El-Berhê xistiye.
Hat eşkerekirin ku di van êrişan de ti zererên canî an madî
çênebûne.
Hûsî: Siûdiyê 54 êrişên asmanî pêk anîn
Li aliyê din, Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî da
zanîn ku balafirên şer ên Siûdiyê di nava 24 demjimêrên borî de li parêzgehên
Taiz, Lehc, El-Cewf, Marîb û Heceyê 54 êriş pêk anîne.
Yehya Serî diyar kir ku di êrişan de balafirên şer ên
cureyên F-15 û Typhoonê yên baregehên Hemîs Muşeyt û Taîfê yên Erebistana Siûdî
hatine bikaranîn û wî gefa bersivdayînê xwar.
Rayedarên Siûdiyê li ser van angaştan ti daxuyanî nedan.
Hûsiyan jî bersiv neda daxuyaniyên hêzên hikûmetê.
Aloziyên li Yemenê zêde dibin
Piştî aramiya rêjeyî ya çend salan, pevçûnên di navbera
hêzên hikûmeta Yemenê ya navneteweyî û Hûsiyan de ji destpêka meha Tîrmehê ve
zêde bûne.
Yemen ji dema ku Hûsiyan paytext Sena û çend parêzgehên din
kontrol kirin ve (2014) di nav şer de ye.
Piştî wê yekê, sala 2015an koalîsyoneke Ereban a bi
pêşengiya Erebistana Siûdî ji bo piştevaniya hikûmeta Yemenê ket nav şer.



