Hewlêr (Rûdaw) - Gerînendehiya Giştî ya Parastina
Sivîl a Erebistana Siûdî li 6 herêmên welêt li hemberî metirsiyên gengaz peyameke
hişyariyê belav kir.
Di daxuyaniya li ser hesabê Xê de hat diyarkirin ku li
parêzgehên Cide, Yenbu, Taîf û Ulayê, bajarê Ebhayê û herêma Cazanê ji ber
rûdana rewşên awarte alarm hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de ji bo parastina can û malê gel û niştecihên
herêmê, qala girîngiya pêbendbûna bi protokolên rewşa awarte û şopandina
hişyarî û fermanên rayedaran hat kirin.
Li ser cure û hûrgiliyên metirsiya navborî ti agahî nehatin
dayîn.
Gerînendehiya Giştî ya Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî di
daxuyaniyeke din de ragihand ku metirsiya li parêzgehên Cide, Yenbu, Taîf û
Ulayê, bajarê Ebhayê û herêma Cazanê nemaye.
Êrişên Hûsiyan ên li ser Siûdiyê
Hûsî wekî bersivdayîna operasyonên leşkerî yên Koalîsyona
Ereban a bi pêşengiya Erebistana Siûdî, gelek caran herêmên sînor û parêzgehên
başûr ên Erebistana Siûdî dikin hedef.
Qadên leşkerî û saziyên stratejîk ên li herêmê, carinan ji
sînorê Yemenê rastî êrişên bi dronan û bi mûşekan tên.



