Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a
Îranê ragihand ku wan li tankereke petrolê ya bi alaya Togoyê xistiye ku hewl
dida bi awayekî "neyasayî" di Tengava Hurmizê re derbas bibe.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran de
hat destnîşankirin ku tankera petrolê ya bi navê "Trend" a bi ala
Togoyê doh bi "navtêdan" û "xapandina" artêşa Amerîkayê
hewl dida bi awayekî neyasayî di Tengava Hurmizê re derbas bibe û lewma bûye
armanc.
“Agir bi keştiyê ket”
Hat ragihandin ku li keştiyê hatiye xistin, keştî hatiye
rawestandin û agir pê ketiye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku her keştiya
bixwaze bi awayekî "neyasayî" di tengavê re derbas bibe dê "were
tunekirin.”
Tengava Hurmizê careke din hat girtin
Îranê piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên 28ê Sibatê, di şerê
ku dest pê kir de derbasbûna ji Tengava Hurmizê rawestandibû û dest bi êrişkirina
ser keştiyên bêdestûr kiribû.
Piştî peymana ku 17ê Hezîranê di navbera Îran û Amerîkayê de
hatibû îmzekirin, destûr ji bo derbasbûna ji tengavê hatibû dayîn.
Lê Îranê ji ber nakokiyên li ser pêkanîna peymanê yên bi
Amerîkayê re, piştî şerê ku 8ê Tîrmehê ji nû ve gur bû, 12ê Tîrmehê tengav careke
din girtibû.


