Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê dest daniye ser keştiyeke din a binavî ya bêmirov.
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê diyar kir ku ev keştî bi mebesta "sîxuriyê" li navçeyê bûye.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Pasdaran a Îranê, wan ev operasyon bi rêya "serdestiya sixûrî û şerê elektronîk" pêk aniye.
"Ketiye ber destê pisporan"
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat wiha hat gotin, "Ew keştiya binavî ya bêmirov yek ji amûrên bin avê yên jîr û pêşketî yên ji cureyê Remus 600ê ye. Ev keştî ji dûr ve tê kontrolkirin.
Niha ji bo bidestxistina agahiyên ketiye ber destê pisporan."
Artêşa Pasdaran amaje bi wê yekê jî kir ku ew amûr bi mebesta sîxuriyê li Tengava Hurmizê geriyaye lê belê di operasyonekê de ji aliyê hêzên ve hatiye dîtin.
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran her wiha dîmenên wê keştiya binavî û dema derxistina wê ya ji avên Tengava Hurmizê belav kirin.
Gefên girtina Tengava Hurmizê
Artêşa Pasdaran di beşeke din a daxuyaniyê de behsa girtina Tengava Hurmizê kir û got:
"Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran bi biryardarî radigihîne ku Tengava Hurmizê girtî ye.
Em dê bi hemû şiyanên xwe û bêwestan rû bi rûyî liv û tevgerên metirsîdar û çûn û hatina di rêyên neyasayî yên Tengava Hurmizê de bibin."
Bûyera berê
8ê Îlona 2026an Supaya Pasdaran a Îranê destdanîna keştiyeke din a binavî ya bêmirov a Amerîkayê ragihandibû.
Wê demê, Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ew nûçe piştrast kiribû û gotibû:
"Ev amûr dema li avên herêmê digeriya rastî pirsgirêkeke teknîkî hatiye."
Remus 600 çi ye?
Remus 600 amûreke binavî ya xweser a bipêşketî ye ku ji çend beşên cuda pêk tê.
Ev keştî ji bo mebestên parastinê, lêkolîn û bazirganiyê hatiye çêkirin û heta 600 metreyî diçe kûrahiyê.
Ew amûr roboteke binavî ye û bêyî kontrola rasterast a mirovan an jî bêyî girêdana bi keştiyekê ve kar dike.
Ew erkên xwe bi awayekî bi temamî serbixwe û li ser bingeha bernameyên barkirî pêk tîne.


