Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê ragihand ku balafirên şer ên Erebistana Siûdî êrişên asmanî birine ser paytext Sena û parêzgehên Saada, Teiz û Emranê.
Li gorî nûçeya ajansa SABAyê ya bi ser Hûsiyan ve, balafirên şer ên Erebistana Siûdî li paytext Sena û her sê parêzgehan gelek dever kirine hedef.
Di nûçeyê de li ser xalên ku hatine armancgirtin û zererên canî û madî ti hûrgilî nehatin dayîn.
Li Teizê 27 êrişên asmanî
Li aliyê din, Artêşa Yemenê ragihand ku wan li parêzgeha Teizê ya li başûrê rojavayê welêt, 27 êrişên asmanî birine ser çeper û xalên komên Hûsiyan.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Kolonel Macid Evdila En-Nezîlî di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku hêzên wan ên asmanî li seranserê eniyên şer ên li Teizê "27 êrişên asmanî yên giran û armanckirî" pêk anîne.
Nezîlî da zanîn ku di êrişan de depoyên mûşekan, navendên fermandariyê, xalên çekdarkirinê, navendên kombûna çekdarên Hûsiyan û wesayîtên leşkerî hatine hedefgirtin.
Her wiha Nezîlî anî zimên ku derbên rasterast li armancan ketine, bi dehan wesayîtên leşkerî hatine têkbirin û gelek çekdarên Hûsiyan hatine kuştin an birîndar bûne.
Daxuyaniya Hevpeymaniya Ereban
Berdevkê Hevpeymaniya Ereban a bi serkêşiya Erebistana Siûdî Tirkî El-Malikî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Tirkî El-Malikî ragihand ku dron û mûşekên balîstîk ên ku ber bi herêmên Xemîs Muşeyt û Cazanê ve hatibûn avêtin, bi pergalên parastina asmanî hatine têkbirin.
Malikî berê jî eşkere kiribû ku Hûsiyan beriya du rojan bi dronan Santrala Karebayê ya Teybeyê ya li bajarê Medîneyê kiriye hedef.
Yemen ji Îlona 2014an ve ku Hûsiyan paytext Sena û çend herêmên din kontrol kiribûn di nav şerê navxweyî de ye.
Hevpeymaniya Ereban a bi serkêşiya Erebistana Siûdî jî ji Adara 2015an ve piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê ya fermî.


