Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûkeke nû ya erdnîgarî û dîrokî careke din nasname û hebûna kûr a Kurdan a li Girên Golanê û derdora Şamê tîne rojevê.
Li gorî lêkoler û pisporê felsefeya dîrokê Dr. Îsmaîl Hesaf, beriya Şerê Şeş Rojan ê sala 1967an, li herêma Golanê 164 gundên Kurdan hebûn û rûberekî gelekî mezin ê zeviyên çandiniyê di destê Kurdan de bû.
Dîrokeke veşartî derdikeve holê
Çapa nû ya pirtûka "Golan: Vekolîneke li ser Cografyaya Herêmî" ya Edîb Silêman Bax, belgeyên girîng ên li ser rewşa demografî û aborî ya Kurdên Golanê eşkere dike.
Ev pirtûka ku di eslê xwe de teza doktorayê ya sala 1958an a Zanîngeha Sorbonê ye, wêneyekî zelal ê herêmê yê beriya kontrolkirina Îsraîlê nîşan dide.
Dr. Îsmaîl Hesaf bû mêhvanê Bultena Nûrojê ya Rûdawê ya ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û li ser dîroka Kurdên Golanê û naveroka vê pirtûkê agahî dan.
"Li Golanê 164 gundên Kurdan hebûn"
Dr. Hesaf destnîşan kir ku ev pirtûk li hemberî siyaseta tunekirina nasnameya Kurdan belgeyeke girîng e û got:
"Xelk wisa dizane ku bi tenê çend Kurd bi rengekî belavbûyî li Golanê dijiyan lê ev pirtûk eşkere dike ku beriya şerê 1967an, 164 gundên Kurdan li wir hebûn.
Nivîskarê ku ev pirtûk li yekê ji zanîngehên herî girîng ên dinyayê nivîsiye, navê gundan û cihê Kurdan bi başî destnîşan kirine."
Dr. Hesaf da zanîn ku Kurd ne tenê xwedî nifûz bûn, ew xwediyê milkên gelekî mezin bûn jî û wiha dewam kir:
"Tenê sê malbatên Kurd ên Şamê xwediyê zêdetirî 450 hezar donim zevî bûn li Golanê.
Kurd li wê derê derebeg (axa) bûn û rola wan di çandinî, ajeldarî, bazirganiyê û tewr di hêza leşkerî de jî gelekî mezin bû. Bandora wan li ser navçeyê xurt bû û wekî kargêran bûn."
Koka Kurdan a li Şam û Golanê
Dr. Hesaf dîroka hatina Kurdan a Şamê û herêma Golanê vedigerîne sê hezar sal berê, anku serdema dewleta Mîtanî lê hebûna wan a berbiçav a nû bi hatina Selahedînê Eyûbî ve girê dide.
Dr. Hesaf li ser vê mijarê ev agahî dan:
"Di sala 1174an de dema ku Selahedîn li ser daxwaznameya alim û navdarên Şamê hat û bajar stand, leşker û hêzên wî yên Kurd bûn parêzvanên sînor û navçeyên stratejîk.
Golan jî herêmeke pir stratejîk û jeopolîtîk e ku dikeve ser sînorê Urdin, Libnan û Filistînê."
Wî her wiha bal kişand ser avakirina taxên kevnar ên Şamê ji aliyê Kurdan ve û got:
"Taxa Rûknedîn bi navê Rûknedîn û Şerefedînê mîrê Eyûbî ye, û taxa Meydan jî cihê leşkerên Selahedîn bû. Kurdan ew hemû herêm ava kirine."
"Siyaseta asîmîlasyonê û ol bûn sedema jibîrkirina ziman"
Tevî wê hebûna xurt, pirsa ku derdikeve holê ew e ku “Çima Kurdên Şam û Golanê zimanê xwe ji bîr kir û bişaftineke bi lez di nav wan de çêbû?”
Dr. Îsmaîl Hesaf sedema vê yekê bi dûrbûna cografî û rewşa olî ve têkildar kir û eşkere kir:
"Herêmên wan dûrî navenda Kurdistanê bûn. Her wiha neteweyên wekî Ermeniyan dêrên wan hebûn ku zimanê wan diparast lê ji ber ku Kurd Misilman bûn, li mizgeft û dibistanan zimanê Erebî bi kar anîn û dan û standinên bazirganiyê bi Erebî bûn.
Ev yek, li gel sedsalan dûrbûnê û siyaseta asîmîlasyonê ya hikûmeta Sûriyeyê, bû sedema jibîrkirina zimanê Kurdî."
Daxwaza vegera li nasnameyê
Piştî Şerê Şeş Rojan ê Hezîrana sala 1967an û kontrolkirina beşeke mezin a Golanê ya ji aliyê Îsraîlê ve, piraniya Kurdên Golanê koçberî Şamê û deverên din bûn.
Lê belê Dr. Hesaf destnîşan kir ku dîrok tu carî van rastiyan winda nake û anî zimên:
"Hebûna wan di tarîxê de hatiye çespandin. Navê gundên wan, malbat û eşîrên wan ên wekî Yûsif Paşa, Berazî û Zaza di qeydan de hene û ev yek nayê jibîrkirin.”
Dr. Îsmaîl Hesaf bangî Kurdên wê herêmê kir ku li nasnameya xwe xwedî derkevin û got:
"Di van guherînên nû yên li Sûriyeyê de derfeteke biçûk ji bo Kurdan peyda bûye.
Pêwîst e Kurd, çi yên Golanê bin çi yên herêmên din, li xwe xwedî derkevin. Divê ew vegerin ser neteweya xwe û hinek ji wan bixwazin zimanê xwe yê dayikê ji nû ve fêr bibin."


