Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê gihîştiye qonaxa berî dawiyê.
Êdî çav li gavên pratîk ên li parlamentoyê û komîteyên taybet in ku ji bo şopandin û nirxandina pêvajoyê hatine avakirin.
Li gorî nexşerêyê, divê çekdanîna PKKyê bi raporên Civata Ewlehiya Neteweyî (MGK) were pesendkirin da ku proseya serlêdanê ya 6 mehan dest pê bike.
Komîteyên taybet ên ku ji bo şopandin û nirxandina pêvajoyê hatine avakirin jî hêdî hêdî diyar dibin.
Rayedarên Enqereyê tekez dikin ku armanca vê pêvajoyê “bihêzkirina yekîtiya neteweyî û xurtkirina biratiya di navbera Kurd û Tirkan de ye.”
“Me rûpeleke nû vekir”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek diyar kir ku di rêya çareseriyê de wan qonaxeke nû daye destpêkirin û got:
"Di rêya Tirkiyeya bêteror de me rûpeleke nû vekiriye. Hûn jî dema vegerin her 81 parêzgehan, vê rûpela nû bi wan gotar û kiryarên xwe tije bikin ku yekîtiya neteweyî û biratiyê geş dikin.
Bi taybetî berê xwe bidin wan gotar û xebatan ku eniya me ya navxweyî xurt dikin. Bi propagandayan nexapin û nekevin xefika wan tehrîkan ku birînên me yên pêçandî vedikolin."
Helwesta mixalefetê
Ji bilî aliyekî diyarkirî yê eniya mixalefetê, heta niha piraniya partiyên mixalefetê yên di parlamentoyê de piştgiriyê didin pêvajoyê.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî li ser pêvajoyê nêrîna xwe anî zimên û got:
"Em dixwazin di vê erdnîgariya dewlemend de atmosfereke wiha hebe ku hemû kes karibin bi azadî tê de bijîn. Em ji nêzîk ve pêvajoyê dişopînin. Em hemû dixwazin ev pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe, êdî şer nemîne û aştî pêk bê."
Her wiha serokê rêxistina CHPyê yê Şirnexê jî piştgiriya partiya xwe ya ji bo pêvajoyê anî zimên û xwest ku şer bi dawî bibe û aştî pêk bê.
Piştî du salan qonaxa yasayî
Du sal di ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê re derbas bûn.
Di vê demê de PKKyê biryara xwefesixkirinê, rawestandina xebata çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê, danîna çekan û vekişandina hêzên xwe ya ji nav Tirkiyeyê daye.
Li hemberî vê yekê, Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê li parlamentoyê yasayeke taybet amade kiriye.
Ji bo bicihanîna vê yasayê jî Enqere li benda erêkirina Civata Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) ye.


