Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edîrneyê ya Tirkiyeyê keleka (belem) penaberan a ku malbateke ji Silêmaniyê jî tê de bû û dixwest ew bi rêya Çemê Meriçê derbasî Yunanistanê bibin bin av bû.
Di bûyerê de Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî canê xwe ji dest da, du zarokên malbata ji Silêmaniyê jî di avê de winda bûn.
Ji bo dîtina du zarokên winda xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di wê kelekê de malbatake ji Silêmaniyê hebû ku ji dayik, bav û sê zarokan pêk dihat.
Her wiha 3 koçberên din jî di wê kelekê de bûn û dema wan dixwest bi rêya qaçax ji Edîrneyê derbasî sînorê Yunanistanê bibin, ji ber sedemeke ne diyar li çemê Merîçê bin av bû.
Dayika zarokan Hozan Reza, bav Herêm Mihemed (41 salî) û zarokê wan ê 12 salî Hestyar Herêm Mihemed xwe gihand giravek biçûk a di nav çem de.
Lê du zarokên din ên bi navê Heryad Herêm Mihemedê 10 salî û Lewan Herêm Mihemeda 5 salî bi ber pêla avê ketin û di avê de winda bûn.
Li gorî agahiyên me, Hestyar Herêm Mihemedê 12 li nexweşxaneyê miriye.
Li gorî agahiyên ku me dane hev, malbata ji Silêmaniyê dixwest ji Yunanistanê derbasî Almanyayê bibe.
Her wiha di kelekê de li gel malbata ji Silêmaniyê, 2 kesên ji Hewlêrê û kesekî ji Rojhilatê Kurdistanê jî hebûn.
Dayik û bavên zarokan li Edîrneyê di bin çavdêriya cendirmeyan de tên girtin.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê ne
Piştî agahdarbûna ji bûyerê, tîmên AFADê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn herêmê.
Dayik, bav û zarokê ku li giravê di nav çem de asê mabûn, bi xebatên ekîbên AFADê derketin bejahiyê.
Xebatên ji bo dîtina her du zarokên winda dewam dikin
Ji bo dîtina du zarokên ku di çem de winda bûne, xebatên lêgerînê yên ekîbên AFADê û cendirmeyan li bejahî, di avê de û ji hewayê berdewam dikin.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.


