Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Îlonê ya 2026an li gorî heman meha sala borî firotina xaniyan ji sedî 9,3 kêm bûye.
TUÎKê amarên firotina avahiyan ên meha Îlonê û 9 mehên 2026an eşkere kirin.
Li gorî amarên TUÎKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Îlonê li gorî heman meha sala borî firotina xaniyan ji sedî 9,3 kêm bûye û 142 hezar û 390 xanî hatine firotin.
Di 9 mehên destpêkê yên sala 2026an de li gorî heman mehên sala 2025an firotina xaniyan ji sedî 7,2 daket û milyonek û 92 hezar û 919 xanî hatine firotin.
Îlona 2026an li gorî heman meha sala 2025an rêjeya xaniyên ku firotine biyaniyan ji sedî 9,9 zêde bû û 2 hezar û 167 xanî firotine biyaniyan.
Lê di 9 mehên destpêkê yên sala 2026an de li gorî heman mehên sala borî rêjeya xaniyên ku firotine biyaniyan ji sedî 4,3 kêm bû û 15 hezar û 308 xanî firotine biyaniyan.
Meha Îlonê welatiyên Rûsyayê 388, welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê 166 û welatiyên Almanyayê 162 xanî li Tirkiyeyê kirîne.



