Hewlêr (Rûdaw) - Termê Mêla Harema 5 salî ku di binavbûna belemê de ya di Çemê Merîçê yê li sînorê Tirkiye û Yunanistanê de winda bûbû, hat dîtin.
Rayedarekî AFADê yê li cihê bûyerê ji Rûdawê re got, "Teqez bûye ku termê hatiye dîtin ê Mêla Haremê ye."
Berî niha bavê sê zarokên ku di Çemê Merîçê de xeniqîbûn Harem Mihemed, qala rêwîtiya xwe ya ji Silêmaniyê heta Tirkiyeyê ji Rûdawê re kiribû.
Harem Harem diyar kiribû ku qaçaxçî bi zorê û bi gefan ew û 8 kesên din li belemeke biçûk siwar kirine ku kapasîteya wê ya hilgirtinê nebûye.
"Ji kerema xwe me zêdetir neêşînin"
Bavê dilşewat ku bi telefonê beşdarî bultena Rûdawê bû, wiha got:
"Ji kerema xwe me zêdetir neêşînin. Min nedizanî ku dê çarenivîsa min wisa be. Min xwest ez jiyaneke baştir bidim zarokên xwe. Kezeba min dişewite, ji kerema xwe me rehet bihêlin."
Harem Mihemed rêwîtiya xwe bi van gotinan anî ziman:
"Ez ji Silêmaniyê bi balafirê çûm Tirkiyeyê û ji wir jî derbasî Edirneyê bûm. Navê qaçaxçiyê me Rêkan bû û ew ji Hewlêrê bû, navê rêberê pê re jî Serbaz bû, ew jî ji Hewlêrê bû."
"Rêberên ku bi avjeniyê dizanibûn xwe xilas kirin û reviyan"
Harem Mihemed Li ser çawaniya qelibîna belemê jî ev tişt gotin:
"Piştî ku em ketin avê û du metreyan çûn, belem yekser li darekê ket û qulibî. Dema qulibî min tiştek nedît, ne zarok û ne jî kesên din. Min tenê karîbû hevjîna xwe xilas bikim. Rêberên ku bi avjeniyê dizanibûn jî xwe xilas kirin û reviyan."
Piştî bûyerê Harem û hevjîna xwe xwe gihandin qereqoleke sînor a Tirkiyeyê û alîkarî xwest.
Mihemed Harem her wiha da zanîn ku wî xwe radestî hêzên sînor kir û ji wan re got ku sê zarokên wî di avê de xeniqîn.


