Edîrne (Rûdaw) - Tîmên lêgerînê li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê, di Çemê Merîçê de termê Mêla Herêma 5 salî dît.
Mêla 4 roj bûn di nav avê de winda bûbû û tîmên lêgerînê di roja çaremîn de gihiştin termê wê.
Fermandarê tîma melevanên cendirmeyan ji Rûdawê re qala wê kêliyê kir ku gihiştine termê Mêlayê.
Fermandar diyar kir ku termê Mêlayê di nav avê de bi darekê ve asê mabû.
Li gorî gotina wî, cil û bergên Mêlayê li serê bûn û laşê wê saxlem bû.
Fermandar wiha behsa wê kêliyê kir:
“Li vir dareke mezin a hêşîn heye. Termê zarokê li bin wê darê derket. Di nav avê de bi darekê ve asê mabû.”
Tîman termê wê bir meytxaneyê
Tîmên tenduristiyê termê Mêlayê veguhast meytxaneya Nexweşxaneya Edîrneyê.
Termê wê dê li meytxaneyê li cem birayê wê Heryadê 10 salî be ku wî jî di heman bûyerê de canê xwe ji dest dabû.
Ji her sê xwişk û birayên ji Silêmaniyê, çarenivîsa Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî hîn jî ne diyar e.
Tîmên pispor li nav çem û derdora wê li pey şop û rêça Hestyar in.
Dayîk û bavê zarokan axivîn
Dayîk û bavê zarokan Herêm Mihemed Rehîmê 41 salî û Hozan Reza Rostema 37 salî li Edîrneyê di bin çavdêriya Îdareya Koçberan de ne.
Ew bi şev û roj çavbihêsir in û bi xemeke mezin li benda nûçeyekê ne.
Çav û guhê dayîk û bavê zarokan li ser telefonê ye û malbat cara yekem ji kameraya Rûdawê re axivî.
Dayîk û bavê zarokan xwest ku hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan bikin.
Her wiha malbatê xwest ku zarokê wan ê winda bê dîtin û qaçaxçî bên cezakirin.
Qaçaxçî hatin tespîtkirin
Li aliyê din, hêzên ewlehiyê nasnameyên qaçaxçiyan tespît kirin.
Ew qaçaxçî bûne sedema mirina zarokan û heta niha canê 2 zarokan ji dest çûye.
Hêzên ewlehiyê ji bo girtina qaçaxçiyan dest bi xebatan kir.


