Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê ji bo zimanê Kurdî giştînameyek ji şaredariyên xwe re şand.
Li gorî giştînameyê dê ji bo damezirandina daîre û mudiriyetên Kurdî li şaredariyan, serlêdan li wezaretê bê kirin.
Desteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê derbarê biryarên Konferansa Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk gavên nû diavêje.
Ev konferans 8-9ê Hezîrana 2026an hatibû lidarxistin.
Desteyê ji bo bicihkirina wan biryaran giştînameyeke nû ji hemû şaredariyên xwe re şand.
Li gorî biryarên ku di konferansê de hatine dayîn, armanc ew e ku li şaredariyên mezin "Serokatiya Daîreya Jiyandin û Pêşxistina Zimanan" bê avakirin.
Her wiha li şaredariyên din jî "Mudiriyeta Jiyandin û Pêşxistina Zimanan" bê damezirandin.
Dê li wezaretê serlêdan bê kirin
Di giştînameya ku hatiye weşandin de, tê xwestin ku daxwaznameyên fermî ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê re werin şandin.
Bi vê yekê tê armanckirin ku li şaredariyên mezin serokatiya daîreyê û li şaredariyên bajaran, navçeyan û bajarokan jî mudiriyetên zimên bên damezirandin.
"Xebatên zimanê dayîkê dê bidomin"
Di giştînameyê de hat destnîşankirin ku pêvajoyên qanûnî yên derbarê guhertina rêziknameya daxwazkirî de berdewam dikin.
Lê heta ew pêvajo temam bibin jî divê şaredarî xizmet û çalakiyên xwe yên pratîkî yên di warê zimanê dayîkê de bê navber bidomînin.
DEM Partiyê her wiha destnîşan kir ku pêşxistin, xurtkirina sazûmanî û belavkirina xebatên zimanê dayîkê di nav birêvebiriyên xwecihî de pêdiviyeke bingehîn û berpirsyariyeke jêneveger e.


