Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê karkerê bi navê Mevlut Akbaşê ku xelkê Wanê ye, di dema xebatê de ji skeleyê ket xwarê û mir.
Bûyer li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê qewimî.
Li gorî agahiyan, Mevlut Akbaşê 25 salî ku di şirketeke taybet de wekî karkerê avahîsaziyê dixebitî, di dema kar de hevsengiya xwe winda kir û ji skeleya avahiyê ket xwarê.
Li ser agahdarkirina karkerên din, tîmên tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê.
Piştî kontrolê hat tesbîtkirin ku Akbaş li cihê bûyerê miriye.
Tîman termê wî ji bo otopsiyê bir nexweşxaneyê.
Li navçeya Artemêtê dijiya
Hat zanîn ku Mevlut Akbaş li gundê Çîçekê yê navçeya Artemêtê ya Wanê dijiya û ji bo debara malbata xwe çûbû Stenbolê.
Akbaş zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.
.jpg&w=3840&q=75)

