Edîrne (Rûdaw) - Malbata 5 kesî ya ji Silêmaniyê bi xewn û xeyala jiyaneke nû ya li Ewropayê ketibû rê.
Ew ji Silêmaniyê çûbûn bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê da ku ji wir bi rêya avê derbasî aliyê Yunanistanê bibin.
Lê belema wan noqî avê bû. Ew niha bi xem û kedereke mezin li benda dîtina zarokê xwe yê herî mezin Hestyar in da ku termê her sê zarokên xwe ji bo veşartinê vegerînin Silêmaniyê.
Termên her du zarokên bi navê Mêla û Heryad li morga Nexweşxaneya Edîrneyê ne lê hêj termê birayê wan ê mezin Hestyar nehatiye dîtin.
Tîma Rûdawê li ser Çemê Merîçê gihîşt wê belema ku malbata ji Silêmaniyê êvara 14ê Çiriya Pêşîn hewl dida pê derbasî aliyê Yunanistanê bibe.
Dê û bav her ku çav bi wêne û vîdeyên keç û kurên xwe dikevin, ji dil û kezebê hewar dikin.
Çimkî ew di nav ava Çemê Merîçê de bûn qurbaniyên vê rêya xeternak. Ti hevok têra derbirîna êşa wan a giran nake.
Bavê zarokan Herêm Mihemed Rehîm û dayîka wan Hozan Reza Rostem li hewşa mêvanxaneyeke Edîrneyê di bin çavdêriya Rêveberiya Koçberan de bi neçarî li benda nûçeya dîtina Hestyar in.
"Tika ye, bila ti dayîk û bav vê rêyê nedin ber xwe"
Bavê zarokan Herêm Mihemed Rehîm derbarê karesatê de wiha axivî:
"Heta vê deqîqeyê kurê min Hestyar li wê derê ye, hindik maye ez dîn bibim.
Ez ji Xwedê dixwazim kurê min ji wê avê derxîne da ku ez wî li gel xwişk û birayê wî bibim ser axa xwe û li ser gora wan dua bikim.
Kezeba min şewitî, min sê zarokên xwe ji dest dan. Ez ji hemû cîhanê dixwazim, tika ye, bila ti dayîk û bav vê rêyê nedin ber xwe. Bi Xwedê hemû derew e."
"Heta ez kurê xwe nebînim naçim ti derê"
Dayîka zarokan Hozan Reza Rostemê jî rondik barandin û hestên xwe anîn zimên:
"Ez ji hemû aliyan dixwazim kurê min ji min re bînin, zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin. Heta ez kurê xwe nebînim ez naçim ti derê.
Tenê ji min re dua bikin, rexne li min nekin, înşalah duaya yekî qebûl dibe."
Xebatên lêgerînê didomin
Qaçaxçî bi bot û belemên nesaxlem û neewle hewl didin ku koçberan di Çemê Merîçê re derbasî aliyê Yunanistanê bikin.
Lê pir caran encama vê rêwîtiya xeternak tenê êş û elemê ji koçberan re tîne.
Ji bo dîtina Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî, li nav çem û derdora wî xebatên lêgerînê li qadeke 5 kîlometreyî didomin.
Tîmên ji bajarên derdorê jî tên hewara tîmên Edîrneyê.
Melevanekî ji tîma polîsên jêrderyayî ya Tekîrdagê li ser rewşê got, "Karê me hêsan nîne lê înşalah em ê xwe bigihînin wî."
Ev wêne û vîdeo roja 14ê Çiriya Pêşîn, beriya ku bi qaçaxî bi rê bikevin, ji aliyê bavê zarokan ve li navenda Edîrneyê hatibûn kişandin.
Di wan dîmenan de dengê zarokan bi kêf û şadî tê bihîstin.
.jpg&w=3840&q=75)
