Edîrne (Rûdaw) - Li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê, ji bo dîtina Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî yê ku di Çemê Merîçê de xeniqîbû xebatên lêgerînê didomin.
Kesûkarên malbata ji Silêmaniyê gihîştin Edîrneyê cem dayîk û bavê zarokan ên dilşewat.
Malbata ji Silêmaniyê piştî sosreta ku bi serê wan de hat, cara ewil li xerîbiyê çavên wan bi xizmên wan ketin.
Her wiha şandeyeke Konsulxaneya Îraqê ya li Stenbolê jî çû Edîrneyê cem malbatê.
Piştî bûyerê bi 6 rojan, roja 19ê Çiriya Pêşîn, di bin çavdêriya Birêvebiriya Koçê ya Edîrneyê de dayîk û bavê zarokan birin cihê bûyerê yê li ser Çemê Merîçê.
Li gel dayîk û bav, kesûkarên wan û şandeyeke Konsulxaneya Îraqê jî li wir amade bûn.
Ji Silêmaniyê ber bi hewara malbatê ve
Malbata ji Silêmaniyê li bendê ye ku tîmên lêgerînê bigihîjin cenazeyê Hestyarê ku hîn jî winda ye.
Ew çaverê ne ku li gel cenazeyên Mêla û Heryad, cenazeyê Hestyar jî bê dîtin da ku her sê zarokên xwe vegerînin Herêma Kurdistanê.
Kalikê zarokan Reza Rostem û xalê dayîka wan Xidir Ehmed Hesen ji 2 hezar û 300 kîlometre dûr ve hatin hewara keç û zavayê xwe.
Wan berê malbata ji pênc kesan pêkhatî li Silêmaniyê ji bo çûna Ewropayê oxirî Stenbolê kiribû.
Lê niha ji wê malbatê tenê dayîk û bav sax in; cenazeyên du zarokan hatine dîtin û zarokekî wan jî hîn winda ye.
Kalikê zarokan Reza Rostem li ser rewşa wan got:
"Hikûmeta Îraqê, hikûmeta Tirkiyeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi me re westiyan û em spasiya wan dikin. Ji Tirkiyeyê heta Îraq û Herêma Kurdistanê xelk hevxemê me bû."
Xalê dayîka zarokan Xidir Ehmed Hesen jî anî zimên:
"Em hatin da ku serxweşiyê bidin wan û em dê li gel wan bimînin heta ku cenazeyê din bê dîtin."
"Bila lêgerîn neyê rawestandin"
Bavê zarokan Herêm Mihemed Rehîm cara ewil li morga nexweşxaneya li Edîrneyê cenazeyên keça xwe Mêla û kurê xwe Heryad dîtin.
Herêm Mihemed Rehîm bangî berpirsan kir û got:
"Cenazeyê sêyem ê kurê min Hestyar heta niha di nav avê de ye.
Em ji hikûmeta Îraqê dixwazin ku zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike da ku operasyonên lêgerîna kurê min ê mezin Hestyar ranewestînin.
Em dixwazin cenazeyê wî li gel xwişk û birayê wî bibin axa xwe; goreke wan hebe ku hefteyê carekê an du caran bikaribim biçim ser gora wan."
Li Çemê Merîçê lêgerîn li qadeke 5 kîlometreyî didome
Ji bo dîtina Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî, xebatên lêgerînê li nav Çemê Merîçê li qadeke 5 kîlometreyî didomin.
Hemû hêvî û duayên malbata ji Silêmaniyê ew e ku êdî termê Hestyar di nav ava Çemê Merîçê de ku ji bo wan bûye çemê mirinê bê dîtin û ew bikaribin cenazeyên her sê zarokên xwe vegerînin welatê xwe.

.jpg&w=3840&q=75)