Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo yekîtiya Kurdan got, “Yekbûna Kurdan a li dora berjewendiyên stratejîk ên hevpar û bihêzbûna wan a li paytextên wan welatên ku lê dijîn, dê rola wan a avaker a di aştiya herêmê de mezintir bike."
Bakirhan ji bo pêvajoyê wiha bangî Parlamentoya Tirkiyeyê kir,"Bila parlamento zêdetir berpirsiyariyê bigire ser xwe, qanûnên pêwîst derxe."
Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Hevdîtinên di Foruma MERIyê de
Tuncer Bakirhan bal kişand ser Foruma MERIyê ya ku li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û got:
"Di Foruma MERIyê de me li ser paşeroja Rojhilata Navîn, rewşa Kurdan a li herêmê, pêvajoya ku li Tirkiyeyê dimeşe û rûdanên li Sûriyeyê dirêj dirêj nîqaş kir û me xeber da.
Bi wesîleya forumê em bi Birêz Nêçîrvan Barzanî, Birêz Bafil Talebanî, Birêz Qubad Talebanî, Birêz Mezlûm Ebdî û Rêzdar Îlham Ehmedê re civiyan.
Em bi aktorên gelekî biqîmet ên ku ji gelek welatên herêmê beşdar bibûn re civiyan.
Me girîngiya ku ew didin pêvajoya li Tirkiyeyê û bipêşxistina diyaloga di navbera Kurdan de careke din di wî forumî de dît."
"Aştî dikare bibe motora aştiya herêmê"
Bakirhan derbarê bandora çareseriyê de wiha axivî:
"Gotibûn aştî dikare bibe ‘dînamoya aştiya herêmê’. Em jî bi dil û can tevlî vê dîtinê dibin.
Çimkî dema ku Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk were çareserkirin, bandora vê ya erênî tenê bi Tirkiyeyê re sînordar namîne; li Sûriye, Îraq û Îranê jî tê hîskirin.
Ev pêvajo ne tenê ya Tirkiyeyê, hêviya tevahiya herêmê ye.
We jî li wir şopand. Me bi hemû aktorên Kurd re wêneyek da. Gelekî biqîmet bû.
Bê guman hatina cem hev girîng e, di çarçoveyeke wêneyî de dayîna wêneyekî hevpar girîng e.
Ev hevdîtin û wêne wê mesafeya ku heta niha çêbûye kêm dikin lê tenê wêneyek têrê nake; divê lingên siyasî, civakî û dîplomatîk ên vê nêzîkbûnê jî bên avakirin."
"Divê birêvebiriya Îranê bi aktorên Kurd re rasterast biaxive"
Bakirhan destnîşan kir ku yek ji mijarên girîng ên forumê Îran bû û got:
"Birêz Bafil Talebanî di axaftina xwe ya di forumê de diyar kir ku pêvajoya diyalogê ya têkildarî Kurdên li Îranê di qonaxa destpêkê de ye û da zanîn ku dewleta Îranê jî bi erênî lê dinêre.
Em jî girîngiyê didin vê daxuyaniyê. Li Îranê hîna pergaleke rûniştî tune, em vê dizanin.
Hûn dê bibêjin, 'Li Îranê her roj Kurd û mixalif tên girtin û darvekirin.'
Lê rastiyeke gelekî eşkere heye: Dînamîkên siyasî yên Kurdan ên li Îranê dixwazin pirsgirêkên xwe ne bi şer, bi rêya diyalog û dan û standinan çareser bikin.
Divê Tehran jî vê yekê wekî derfetekê bibîne. Divê birêvebiriya Îranê bi wan aktorên Kurd ên ku diyalogê dixwazin re rasterast biaxive.
Pêdivî bi navbeynkaran nemîne. Li cihê ku çek diaxive her kes winda dike. Li cihê ku mase hebe ti kes winda nake."
"Divê Kurd di navbera xwe de zêdetir biaxivin"
Tuncer Bakirhan li ser hevgirtina Kurdan jî van xalan anî zimên:
"Kurd îro li herêmê yek ji wan aliyan in ku herî zêde aştîxwaz û bibiryar in.
Yekbûna Kurdan a li dora berjewendiyên stratejîk ên hevpar û bihêzbûna wan a li paytextên wan welatên ku lê dijîn, dê rola wan a avaker a di aştiya herêmê de mezintir bike.
Çimkî tiştê herî girîng ê ku me li Hewlêrê dît û me ducare piştrast kir ev bû: Rojhilata Navîn îro zemînek e ku ne yên li bendê dimînin, belkî yên diaxivin û siyasetê çêdikin pêş dikevin.
Ji ber vê yekê em dibêjin divê Kurd di navbera xwe de zêdetir biaxivin, zêdetir diyalogê deynin, heke pirsgirêkên navxweyî hebin wan çareser bikin, bi axaftinê rê li ber pirsgirêkên xwe bigirin û di paşeroja herêmê de bi awayekî xurt cih bigirin."
"Heke ji kampan vedikişin, naxwe em li benda çi ne?"
Bakirhan bal kişand ser qonaxa vekişîna hêzên çekdar û gavên dewletê:
"Zêdetirî du salan e em di pêvajoyege girîng re derbas dibin. Gavên girîng hatin avêtin û herî dawî 8ê Çiriya Pêşîn biryara vekişîna temam a ji Tirkiyeyê hat ragihandin.
Yanî Birêvebiriya Tevgerê got ku ti kes li Tirkiyeyê nemaye û hemû hêzên xwe kişandine derveyî sînorên Tirkiyeyê. Ev gaveke girîng e.
Birêvebiriya Tevgerê dîsa 8ê Çiriya Pêşîn diyar kir ku wan hinek kamp vala kirine.
Piştî vê gava girîng di serê her kesî de pirsek heye: Dê ew gavên ku rê li ber aştiyê vedikin heta kengî li bendê bimînin?
Madem tevgerê çekdarên xwe yên li Tirkiyeyê kişandine, madem hêdî hêdî baregehên xwe vala dikin û ji kampan vedikişin, naxwe em li benda çi ne? Xelk dipirse 'Em dê heta kengî li bendê bimînin?'
Birêvebiriya Tevgerê jî di daxuyaniya xwe de dibêje, 'Ma ji me çi din tê payîn?' Ev pirs êdî pirsa tevahiya civakê ye.
Êdî pirsa hevpar a wê dayîkê ye ku li ber deriyê girtîgehê li benda zarokê xwe ye, ya wan welatiyên me ye ku bi salan e li sirgûnê dijîn û ya hemû kesên vî welatî ye ku dixwazin êşa zêdetirî 40 salî bi dawî bibe.
Fesix hat kirin, çek hatin şewitandin, em bûn şahidê van, biryara vekişînê hat eşkerekirin.
Kamp tên valakirin, civak bi hêviyeke mezin ve girêdayî vê pêvajoyê bûye.
Li hemberî tabloyekê ew qas zelal êdî ti hincet ji bo rawestanê nemaye."
"Bila Parlamento bêtir berpirsiyariyê bigire ser xwe"
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê daxwazên xwe yên ji bo qonaxa nû wiha rêz kirin:
"Hevalên hêja, aştî ne tiştekî wisa ye ku di odeya rawestanê de were hiştin.
Bi çêkirina her hefte şertekî nû û her meh hinceteke nû, ev derfeta dîrokî nayê xerckirin.
Em bi eşkereyî dibêjin: Bila parlamento zêdetir berpirsiyariyê bigire ser xwe, qanûnên pêwîst derxe, dawî li pergala qeyûman bîne, astengiyên li ber azadiya derbirîn û rêxistinbûnê rake û hiqûqê li şûna ku wekî darê zorê bi kar bîne bike garantiya her kesî.
Ez dixwazim bi taybetî xêzekê li bin gava şênber bikişînim: Divê di bin kordînasyona Birêz Ocalan de Komîteya Aştî û Siyasetbûnê êdî bêyî derengxistinê were avakirin û dest bi xebatên xwe bike.
Danîna çekan tenê bi nîşandana vînekê bi dawî nabe. Mekanîzmayek pêwîst e ku wê bigihîne encamekê. Ew mekanîzma jî ev komîte ye.
Divê ew kesên ku dê di vê komîteyê de bixebitin, heke pêwîst be 7 rojan 24 saetan bi Birêz Ocalan re ji bo aştiyê bixebitin.
Ev komîte nakeve rojeva rawestandinê. Em dibêjin divê tavilê were avakirin û tavilê dest bi kar bike."

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)