Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku piştî xebatên lêgerînê yên 6 rojan, termê welatiyê dawî yê windabûyî jî hatiye dîtin û bi vî rengî hejmara kesên ku di vê karesatê de mirine bi fermî gihîştiye 7 kesan.
Hat piştrastkirin ku qurbaniyê dawî yê vê karesatê, aşpêjê 63 salî Ahmet Derîn e ku bi eslê xwe ji navçeya Pilemuriyeyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye û bavê du zarokan bûye.
Windabûna Ahmet Derîn
Bûyera ku bû sedema mirina Ahmet Derîn, li taxa Ayazagayê ya navçeya Sariyerê qewimî. Derîn, dema ku ji kar vedigeriya mala xwe, li nêzîkî qeraxa çemê Ayazagayê bi wesayîta xwe re ketiye nav pêlên lehiyê.
Dîmenên herî dawî yên ku ji aliyê welatiyan ve bi telefonan hatibûn girtin, kûrahiya karesatê nîşan didin.
Di vîdyoyan de dihat dîtin ku Ahmet Derîn hewl dide xwe bi wesayîtekê ve bigire da ku li ber avê neçe, di heman demê de dengên kesên li derdorê jî dihat bihîstin ku bi qîrîn û hawar dibêjin, "Bi Xwedê mirov di nav de heye! Xwedêyo tu alîkar bî!"
Tevî hemû hewldanan jî, welatîyê Dêrsimî li ber çavan di nav pêlên lehiyê de winda bû.
Termê wî piştî 6 rojan li Halîçê derket ser avê
Tîmên Rizgarkirinê yên wekî AFAD, Ewlehiya Beravan û Polîsên Deryayî, bi rojan xebatên lêgerînê li seranserê çem û deryayê meşandin.
Di roja 6an a lêgerînê de, danê sibehê demjimêr derdora 11:00an, tîman li navçeya Eyupsultanê, li nêzîkî beravên Halîçê termek li ser rûyê avê tesbît kir.
Pişt re term şandin Saziya Tiba Edlî, birayê wî yê mezin Haydar Derîn û xizmên wî piştrast kir ku ev term yê Ahmet Derîn e.
Parêzgariyê dîyar kir ku ji ber ku li bajêr ti kesê din ê winda nemaye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi fermî hatine rawestandin.
Binesaziya bajêr hilweşiya, xebatên tesbîtkirina zererê berdewam dike
Rapora giştî ya karesatê nîşan dide ku ev lehiya Stenbolê ji sala 1942an û vir ve bobelata herî mezin a rabûna avê ye.
Li herêmên mîna Arnavutkoy, Başakşehîr, Kuçukçekmece û Sariyerê bi sedan mal û kargeh bi temamî ketine binê avê.
Ji ber rûxîna binesaziyê û rabûna avê, bi sedan wesayît li ser hev civiyan û bûn mîna rûberekî hesinî.
Li aliyê din, berî dîtina Ahmet Derîn nasnameya qurbaniyên din jî hatibû eşkere kirin. Di nav wan de Turgut Dursunê xelkê Erdexanê, Murat Babajanovê welatiyê Tirkmenistanê û her wiha zarokekî 14 salî yê ku ji ber elektrîkê di nav avê de mir, hebûn.
Tê çaverêkirin ku piştî temamkirina kar û barên fermî, cenazeyê Ahmet Derîn ji aliyê malbata wî ve ji bo spartina axê ber bi Dêrsimê ve were birêkirin.
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)