Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê îdîa kir ku wan li rojavayê Tengava Hurmizê êrişî 7 keştiyan kiriye û hişyarî da ku dibe şer û pevçûn zêdetir bibin.
Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya ser bi Artêşa Pasdaran ve ji zarê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran ragihand ku şeva borî li rojavayê Tengava Hurmizê 3 keştiyên binpêkar li mayînên deryayê ketine.
Her wiha hat diyarkirin ku 4 keştiyên din ên binpêkar ên ku petrol ji keştiyekê vediguhast keştiyeke din, di heman demê de hatine lêdan û agir pê ketiye.
Gefa li baregehên Amerîkayê
Artêşa Pasdaran di daxuyaniya xwe de hişyariyê dide artêşa Amerîkayê û dibêje, eger alozî bidome:
"Dê qada pevçûnê heta baregehên (Amerîkayê û hevalbendên wê yên) li herêmê jî berfireh bibe."
Kanala Telegramê ya Sabreen Newsê ku nêzîkî komên çekdar ên alîgirên Îranê ye, dîmenên keştiyeke petrolê ya ku ziyaneke mezin dîtiye belav kirin û nivîsand:
"Dîmenên keştiya binpêkar a ku li Tengava Hurmizê bûye hedef."
UKMTO: Rapora êrişa li ser 7 keştiyan nehatiye
Li aliyê din, Rêxistina Kar û Barên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de ti raporên êrişa li ser 7 keştiyan negihîştine ber destê wan.
UKMTOyê herî dawî roja çarşemê ragihandibû ku 11 mîlên deryayî li dûrî Buxaya Umanê, "bi cismekî nenas" li tankereke petrolê ketiye.
Artêşa Pasdaran roja sêşemê jî îdîa kiribû ku çend keştî di dema hewldana derketina ji "rêya başûr a nefermî" de li mayînên deryayî ketine.
Lê belê UKMTOyê ragihandibû ku bûyerên roja duşemê ne ji ber mînan, ji ber rûbirûbûna bi hêzên leşkerî re rû dane.
Saziya deryayî ya Brîtanyayê di rapora xwe ya heftane de da zanîn ku ji ber nebûna piştrastkirinê ew di ragihandina hejmara rast a êrişan de zehmetiyê dikişînin, çimkî piraniya keştiyên ku rastî êrişê tên agahiyan nadin UKMTOyê.
Tengava stratejîk di agirê şer de ye
Tengava Hurmizê di vî şerê dawî yê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de ku dawiya sibatê dest pê kir, bûye xaleke sereke ya pevçûnan.
Tevî van êrişan jî Tehranê ragihandibû eger Amerîka şertên wê bipejirîne, pêşniyara wê ya ji bo vekirina vê rêya avî ya stratejîk bi rêya dîplomasiyê hîn jî li ser maseyê ye.
Beriya destpêkirina şer, nêzîkî pênc parên yekê yên petrola cîhanê di vê tengavê re derbas dibû lê niha her du aliyan qedexe li ser danîne.
Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya ku nîva meha Tîrmehê hat sepandin, armanc dike ku Îranê ji aliyê aborî ve tecrîd bike û rê li ber hinartina petrola wê bigire.
Îran jî bi mûşek û dronan êrişî keştiyên derbasbûyî dike û ji bo ku serweriya xwe biselmîne daxwaza "destûrê" ji wan dike.
Ji bo Îraqê rêyên taybet
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja sêşemê ragihand ku tevî girtina tengavê jî dê rêyên taybet ji bo keştiyên Bexdayê hebin.
Eraqçî eşkere kir ku Tehran û Musqetê ji bo çûnûhatina keştiyên Îraqê yên li tengavê rêyên deryayî yên diyarkirî amade kirine da ku rê li ber zirarên aborî yên Bexdayê yên ji ber şer bigirin.



