Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê beşek ji bandora dorpêçên Amerîkayê xwe yên li ser sektora petrola Îranê eşkere kir.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê ragihand ku niha li termînala sereke ya hinardekirina petrola xav a li Girava Xarkê ti keştiyên veguhastina petrolê nayên dîtin ku berê ew termînal bi keştiyan tijî bû.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:
"Girava Xarkê yê deriyê sereke yê hinardekirina petrola Îranê, niha tenê bûye semboleke zelal a têkçûna Tehranê û desthilatdarên Komara Îslamî."
Scott Bessent her wiha anî zimên:
"Xwe qurekirin û siyaseta şerxwaz a rejîma Tehranê wisa kir ku xelkê asayî yê Îranê bibe qurban û ceza lê were birîn.
Di heman demê de operasyona aborî ya Amerîkayê ji bo birîna rehê sereke yê sektora petrola rejîma Îranê berdewam dike."
"Dahata petrolê ji bo Artêşa Pasdaran a Îranê nayê xerckirin"
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê di beşeke din a daxuyaniya xwe de tekez kir ku armanca van dorpêçên tund ew e ku:
"Desthilatdarên Îranê ji bidestxistina dahata petrolê bêpar werin hiştin da ku nekaribin wan çavkaniyan ji bo fînansmana terorê, kirîna alavan, bipêşxistina bernameya nukleer û dabînkirina jiyana luks ji bo serkirdeyên Artêşa Pasdaran a Îranê bi kar bînin."
Dorpêça li ser Tengava Hurmizê
Amerîka ji sala 1980yî ve cezayan bi ser Îranê de disepîne û meha Sibatê jî bi hevahengiya Îsraîlê êrişî wê kiribû.
Amerîkayê ji 14ê Tîrmehê ve dorpêça deryayî daniye ser benderên Îranê.
Li gorî Washingtonê, ev gav ji bo rêgirtina li şiyana Îranê ya firotina petrolê û dan û standinên bazirganiyê yên bi rêya Tengava Hurmizê yên li gel welatên cîhanê ye.



