Hewlêr (Rûdaw) - Kemal Kiliçdaroglu li ser nîqaşên dayîna statuyekê ya Abdullah Ocalan ragihand, "Li vir ya girîng ne dayîna statuyê ya ji bo kesekî ye, ya girîng ew e ku Ocalan jî beşdariyê di çareserkirina pirsgirêkê de bike."
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li Enqereyê bi nûnerên televîzyonan re civiya û pirsên li ser rojevê bersivandin.
Kemal Kiliçdaroglu pirsa li ser dayîna statuyê ya Abdullah Ocalan û xebata komîteya danîna çekan wiha bersivand:
"Ev mijar tê nîqaşkirin, nêrîneke bi vî rengî heye yan na em nizanin.
Di encamê de ew kesek e ku demeke dirêj serokatiya rêxistina PKKyê kiriye.
Statuyek tê dayîn yan nayê dayîn ez vê yekê nizanim lê ya girîng ne dayîna statuyê ya kesekî ye.
Ya girîng ew e ku Ocalan jî beşdariyê di çareserkirina pirsgirêkê de bike."
Kiliçdaroglu tekez kir ku divê mijar ji çarçoveya kesane derkeve û anî zimên:
"Divê em pirsgirêkê ji şexsîbûnê derxin û bikin mijareke civakî.
Tirkiye mecbûr e vê pirsgirêkê derbas bike û di nava xwe de aştiyê pêk bîne.
Divê Tirkiye bi lez ji vê rewşê derkeve û rizgar bibe û em balê bikşînin ser mijarên din."
Nîqaşên hilbijartina pêşwext
Kiliçdaroglu derbarê pirsên li ser daxuyaniyên Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum ên têkildarî hilbijartina pêşwext jî got:
"Biryara hilbijartina pêşwext ji aliyê parlamentoyê ve tê dayîn.
Daxuyaniya Birêz Uçum dibe ku tenê hêviyek be. Gelo parlamento ji bo biryareke wiha amade ye? Na, amade nîne.
Dema ku welat di nav agir de be, hûn dê kîjan hilbijartina pêşwext bikin?
Hûn rewşa aboriyê, gendeliyan û xerabûna dabeşkirina dahatê dibînin. Xizanî êdî belav bûye."
Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mijara veguhastina şaredarên CHPyê û pêvajoyê:
"Eger ew dibêjin 'Em şaredarên CHPyê transfer bikin dê dengdêrên wan jî dengê xwe bidin me', tiştekî bi vî rengî nîne.
Ew şaredar ji bo ku lêpirsîn li ser wan neyê vekirin çûne, ne ji ber kêfa xwe.
Ez di wê baweriyê de nînim ku hilbijartineke pêşwext çêbibe.
Beriya her tiştî divê ev pêvajoya qedandina şer bi encam bibe.
Hêviya xelkê ew e ku pêvajo bi dawî bibe, Tirkiye hinekî aram bibe û aborî bê sererastkirin."



.jpg&w=3840&q=75)