Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kerekê ya li başûrê Urdinê, di êrişeke bi çekan a li dêrekê de 7 kes hatin kuştin û 34 kes jî birîndar bûn.
Birêvebiriya Ewlehiya Giştî ya Urdinê ragihand ku êrişê Dêra Ortodoks a Yunanî ya li gundê Hemûdê yê li bakurê Kerekê kiriye armanc.
Li gorî agahiyên fermî, di êrişê de 7 kes hatine kuştin û 34 kes jî birîndar bûne ku birînên hinekan ji wan giran in.
Êriş di dema ku li dêrê merasîmek dihat lidarxistin qewimî.
Rayedarên Urdinê da zanîn ku çekdar ji otomobîlekê peya bûne, ketine hundirê dêrê û gule li xelkê reşandine.
Şahidekî ji medyaya fermî ya Urdinê re ragihand ku çekdaran nêzîkî 5 xulekan bi awayekî bênavber gule barandine û paşê reviyane.
Heman şahidî eşkere kir ku di dema êrişê de di navbera 150 û 200 kesî de li hundir û derdora dêrê bûn û piraniya qurbaniyan kesên mezin ên di navbera 50 û 70 salî de ne.
Di dîmenên vîdeoyî yên televîzyona fermî ya Urdinê de tê dîtin ku du çekdar bi cilên sivîl û demançe di destê wan de ne û çekdarekî sêyem jî çekeke lûledirêj pê re ye beriya ku bikevin hundir guleyan berdidin deriyê dêrê.
Ji bo desteserkirina êrişkaran li herêmê operasyoneke berfireh a lêgerînê berdewam dike.
Heta niha ti alî yan jî komekê berpirsyariya vê êrişê negirtiye ser xwe.
Şah Ebdullah: Em dê bersivê bidin
Şahê Urdinê Şah Ebdullah li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û êriş bi tundî şermezar kir.
Şah Ebdullah diyar kir ku ew dê “bi tundî rûbirûyî terorîstan bibin” û got:
"Em vê kiryara terorîstî ya ku parêzgeha Kerekê kir armanc bi tundtirîn awayî şermezar dikin.
Ew kesê ku xeyal dike guleya xiyanetê dikare yekrêziya xelkê Urdinê parçe bike, dê li hemberî berxwedan û yekîtiya me têk biçe."
Şahê Urdinê her wiha destnîşan kir:
"Xwîna welatiyên Urdinê biqîmet e û em dê bi misteke hesinî li her kesê ku sînorên vî welatî derbas bike bixin.
Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şifayê ji bo birîndaran dixwazin."
Civaka Xiristiyan a li Kerekê
Bajarê Kerekê yê li başûrê Urdinê warê civakeke berbiçav û dîrokî ya Xiristiyanan e.
Li Urdina ku piraniya şêniyên wê Misilman in, Xirîstiyan nêzîkî ji sedî 2-3yan ji tevahiya nifûsê pêk tînin.
Êrişên li ser perestgehan li Urdinê kêm tên dîtin.
Sala 2016an jî li Kerekê êrişek li dijî navendeke ewlehiyê û polîsan hatibû kirin û 10 kes hatibûn kuştin.



