Hewlêr (Rûdaw) - Di Civîna Giştî ya Asayî ya 128an a Baroya Stenbolê de alozî derket û piştî pevçûna bi kulman a di navbera hinek parêzeran de, civîn 15 xulekan hat rawestandin.
Civîna Giştî ya Asayî ya 128an a Baroya Stenbolê, piştî ku demjimêr 13:00an hejmara pêwîst a beşdaran hat temamkirin li Navenda Kongreyê ya Halîçê dest pê kir.
Di dengdanê de ji bo birêvebirina civînê, komîteyeke ji serokek, alîkarekî serok û du endaman pêk tê hat hilbijartin.
Piştî avakirina komîteyê, Îbrahîm Ozden Kaboglu birêvebirina civîna giştî da komîteyê.
Piştî axaftina namzeda koma Parêzerên Serbixwe Arîfe Gokkaya Dînçê, di civînê de alozî derket.
Hinek parêzeran alaya LGBT+yê vekir û dirûşma “Tevî nefretê jî, bila jiyan bijî” got.
Li ser vê yekê komeke din a parêzeran dirûşma “Bimire PKK” got.
Di encamê de aloziya di navbera komên parêzeran de mezin bû û şerê bi kulman qewimî.
Ji ber vê pevçûnê, civîna giştî 15 xulekan hat rawestandin.
Piştî ku rewş aram bû, civîn bi axaftinên namzedên din berdewam kir.



