Enqere (Rûdaw) - Cotkar û ajeldarên ji Erziromê li Festîvala Erziromê ya li Enqereyê berhemên xwe firotin.
Erzirom, yek ji bajarên herî sar ên Serheda Bakurê Kurdistanê ye.
Ji ber sermayê sebze û keskatiya xwarinê kêm şîn tê lê gelek cureyên fêkiyan li wî bajarê Bakurê Kurdistanê çêdibin.
Çavkaniya sereke ya dahata xelkê ajeldarî ye û kerî û garanên mezin tên xwedîkirin.
Komeleyên Erziromê yên li Enqereyê ji bo danasîn û firotina berhemên bajarê xwe festîvalek li dar xist.
Di festîvalê de ji penîrê kifikî yê ku 6 mehan di şikeftan de dimîne, heta bi penîrê kevn, hingiv, fasolî û gelek berhemên din ên cotkar û ajeldarên Erziromê cih girt.
Hunermendên Erziromî yên ku li Enqereyê dijîn jî beşdarî festîvalê bûn û wan bername dewlemend kir.
Ji sedî 90ê beşdaran esnaf û cotkar in
Payîz e û cotkar û ajeldarên Serhedê ji bo firotina berhemên xwe berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê.
Ev festîvala li Enqereyê jî bi destpêşxeriya Federasyona Komeleyên Erziromê hat lidarxistin.
Serokê Federasyona Komeleyên Erziromê Alpay Bektaş li ser festîvalê axivî û got:
“Me Erziroma dîrokî aniye Enqereyê. Ji sedî 90ê beşdarên festîvalê cotkar û esnafên Erziromê ne.
Ew hem berhemên xwe difiroşin hem jî bajarê xwe didin naskirin. Hunermedên Erziromê yên ku li Enqereyê dijîn jî hatin. Dê 4 rojan bernameyeke me ya têr û tijî hebe.”
Penîrê ku wekî derman tê dîtin
Erzirom yek ji bajarên herî dewlemend ên Serhedê ye û piraniya berhemên vî bajarî yên ajeldariyê ne.
Erzirom di van salên dawî de bi fasoliyên xwe jî bi nav û deng bûye.
Ajeldar Erden Aydin qala berhemên xwe kir û got, “Ev penîrê kifikî yê Erziromê ye, 6 mehan di şikeft û cihên tarî de dimîne.
Ev penîr wekî derman tê zanîn, hûn dizanin ku ev derman e. Li ser navê Erziromê hatiye tomarkirin.”
Ajeldar Nazîf Akinci jî anî zimên, “Em li benda hemû xelkê Enqere û Erziromê ne. Hingivê me bêşekir û xwezayî ye. Em dixwazin her kes tama hingivê me bizane.”
Cotkar Saît Aydinlar diyar kir ku fasoliyên Îspîrê gelekî navdar in û wiha pê de çû:
“Wekî din me doşava tûyan û gelek berhemên din jî anîne. Em li benda mêvanên xwe ne.”
Daxistineke taybet dilê mêvanan xweş kir
Mêvanên ku çûne festîvalê û berhem dîtine û xwarine gelekî kêfxweş bûne.
Her wiha ji ber xatirê festîvalê di bihayê berheman de ji sedî 30 heta 50yî daxistin hatiye kirin û vê yekê jî dilê mêvanan xweş kiriye.
Beşdara bi navê Sacîde Arkanê qala kêfxweşiya xwe kir û got:
“Her tiştê Erziromê gelekî xweş û baş e. Ez şaş mam. Berhemên wan gelekî paqij in. Xwedê bereket û karê wan zêde bike. Min gelekî ji vê festîvalê hez kir.”
Tê payîn ku rojên pêşiya me bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî ji bo festîvalan berê xwe bidin Enqereyê.


