Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Koma Yekîtiya Hêza Komarger Umit Kocasakal li gorî encamên nefermî wekî Serokê Baroya Stenbolê hat hilbijartin.
Kongreya 128emîn a Giştî ya Asayî ya Baroya Stenbolê îro bi hilbijartina serokatiyê hat lidarxistin.
Di hilbijartinê de hemû sindoq hatin vekirin.
Umit Kocasakal bi 10 hezar û 227 dengan bû yekemîn.
Rêjeya dengên Kocasakal bû ji sedî 34,2.
Kaboglu di ji sedî 23yan de ma
Namzedê din Îbrahîm Ozden Kaboglu bi 7 hezar û 10 dengan di rêza duyem de cih girt.
Rêjeya dengên Kaboglu di ji sedî 23,4an de ma.
Her wiha Atakan Selanîk ji sedî 12,7ê dengan bi dest xist.
Hasan Kiliç ji sedî 11,9 û Osman Korkut Kanadoglu jî ji sedî 8,5ê dengan wergirt.
Rêjeya beşdariya hilbijartinê wekî ji sedî 44,1 pêk hat.
Ferqa dengan a di navbera Kocasakal û Kabogluyê duyem de 3 hezar û 217 bû.
Peyama pêşîn a Kocasakal
Umit Kocasakal piştî ku di hilbijartinê de bi ser ket axivî û peyamek da.
Kocasakal diyar kir ku ew destkarîkirina destûra Tirkiyeyê qebûl nakin û got:
“Ez nizanim erênî ye yan neyînî ye lê ti kes nikare dest bide 4 madeyên ewil ên destûra me.”
Li gorî encamên nefermî Kocasakal di hilbijartinê de bi ser ket.
Bi vî awayî ew piştî 10 salan careke din vegeriya serokatiya Baroya Stenbolê.



