Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê îro li Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dicive.
Mijarên herî girîng ên civînê pêvajoya çareseriyê û “gendeliya fonê” ne.
Kabîneya Tirkiyeyê îrodemjimêr 15:00an bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê dicive.
Pirsgirêka Kurdan di rojevê de ye
Di civîna kabîneyê de mijarên sereke pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan, “gendeliya fonê”, rewşa aborî û şerê Îran û Amerîkayê ne.
Rûdanên li qadê yên li ser çekdanîna PKKyê dê di civînê de werin nirxandin.
Her wiha zanyariyên berdest dê bi endamên kabîneyê re werin parvekirin.
Êrişên Hûsiyan
Her wiha êrişên Hûsiyan ên li Erebistana Siûdî jî dê di rojeva civîna kabîneyê de bin.
Tê payîn ku Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Erdogan dê di wê civînê de biryarên kabîneyê ji raya giştî re eşkere bike.


.jpg&w=3840&q=75)
