Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku tê pêşbînîkirin li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lehî rabe.
Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya hewayê ya roja sêşemê (27ê Çiriya Pêşîn) eşkere kir.
Di raporê de ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hişyariya baraneke zêde, bager û pêla tozê hat dayîn.
Tê pêşbînîkirin ku li hinek bajaran baran bibe sedema lehî û rabûna avê.
Dê asmanê Bakurê Kurdistanê bi ewr be
Li gorî pêşbîniyên saziya keşnasiyê, dê asmanê seranserê Bakurê Kurdistanê bi ewran girtî be û baraneke dijwar bibare.
Li parêzgehên wekî Dêrsim, Erzirom û Mûşê metirsiya baran û brûskê heye.
Her wiha ji bilî parêzgehên Êlih û Sêrtê, li seranserê bajarên din ên Bakurê Kurdistanê yên mîna Amed, Mêrdîn û Rihayê baraneke zêde tê çaverêkirin.
Dê li Dêrsimê jî ev baran dem bi dem dijwar be.
Li gel baranê, hişyarî hat dayîn ku dê li seranserê Bakurê Kurdistanê pêla tozê rabe.
Dibe ku ev yek bandoreke neyînî li jiyana rojane bike.
Bajarên Tirkiyeyê û metirsiya lehiyê
Ev pêla hewaya neyînî dê ji bilî Bakurê Kurdistanê li gelek deverên Tirkiyeyê jî bibandor be.
Dê bi taybetî li parêzgehên herêma Marmarayê (ji bilî Sakarya û Bîlecîkê), Antalya, Osmaniye, bakurê Îzmîr û Edeneyê baraneke dijwar bibare.
Her wiha dê li peravên Aydin û Hatayê jî baran bibare.
Meteorolojiyê bi taybetî bal kişand ser parêzgeha Muglayê û hişyarî da ku dê li derdora vê parêzgehê baraneke zêde û tund bibare.
Ji bo parêzgehên Samsun, Amasya, Tokat, Gumuşhane û Bayburtê jî barana bi brûsk tê pêşbînîkirin.
Germahî û bager
Tê pêşbînîkirin ku pileya germahiyê li navend û rojavayê Tirkiyeyê 3 heta 5 pileyan dakeve.
Lê li herêmên din guhertineke berbiçav çênabe.
Ji bo bayê jî hişyariya bagerên demkurt (bi leza 40 heta 70 kîlometreyan a di saetekê de) hat dayîn.
Ev bager dê bi giranî li rojhilatê Anatolyaya Navîn, peravên Marmarayê û Bakurê Egeyê rabe.
Rayedarên Meteorolojiyê bangî welatiyan kir da ku li hemberî rîskên wekî lehiya ji nişka ve, rabûna avê û hezazê baldar bin.
Di heman demê de hat xwestin ku li dijî ketina brûskê, teyrok û astengiyên di çûn û hatinê de tedbîrên xwe wergirin.
Her wiha hat xwestin ku welatiyên li peravên deryayan jî li hemberî metirsiya rabûna bablîsokan hişyar bin.



