Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Îsraîlê (Knesset), piştî cudakirina ji sedî 55ê dengan, Partiya Likudê ya bi serokatiya Benjamin Netanyahu bi 27 kursiyan li pêş e.
Her wiha hejmara kursiyên bloka alîgirên Benjamin Netanyahu gihîşt 56an.
Li hemberî vê yekê, bloka li dijî Netanyahu (mixalefet) bi serokatiya Gadi Eisenkot 49 kursî bi dest xistine û lîsteyên Ereban jî 15 kursî misoger kirine.
Li gorî encamên destpêkê yên herî dawî ku demjimêr 07:43yan bi dema Hewlêrê hatine belavkirin, ji 120 kursiyên Knessetê, dabeşbûna partiyan bi vî rengî ye:
· Dengên cudakirî: Ji sedî 55
· Bloka Netanyahu: 56 kursî
· Bloka mixalefetê: 49 kursî
· Partiya Likudê (Netanyahu): 27 kursî
· Partiya Yasharê (Eisenkot): 22 kursî
· Lîsteya Hevbeş (Ereb): 12 kursî
· Partiya Bihevre: 11 kursî
· Tewrata Cihûyan: 8 kursî
· Îsraîl Mala Me Ye: 8 kursî
· Hêza Cihûyan (Ben Gvir): 7 kursî
· Siyonîzma Olî (Smotrich): 7 kursî
· Shas: 7 kursî
· Demokrat: 7 kursî
· Partiya Raamê (Mensûr Ebas): 4 kursî
Hevsengiya blokan û şertê 61 kursiyan
Ji bo avakirina hikûmetê li Îsraîlê, pêwîst e her hevpeymaniyek herî kêm 61 kursiyên ji 120 kursiyên parlamentoyê kom bike.
Bloka alîgirên Netanyahu (rastgir û olî): Xwediyê 56 kursiyan e û ji bo bidestxistina piranîyê tenê pêwîstiya wê bi 5 kursiyên din heye.
Bloka li dijî Netanyahu (mixalefet yan bloka guherînê): Xwediyê 49 kursiyan e.
Partiyên Ereban: Xwediyê 15 kursiyan in (Lîsteya Hevbeş 11 û Raam 4).
Rêjeya beşdarbûnê û girîngiya hilbijartinan
Rêjeya beşdarbûna di dengdanê de gihîşt ji sedî 77,7an.
Ev rêje li gorî hilbijartinên sala 2022yan (ji sedî 70,6) bi awayekî berbiçav bilind bûye û ji sala 1999an ve rêjeya herî bilind a beşdarbûnê ye.
Ev hilbijartin piştî êrişên 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan wekî yekemîn hilbijartina giştî tê dîtin.
Di vê hilbijartinê de çarenivîsa siyasî ya Benjamin Netanyahu ku serokwezîrê herî demdirêj ê Îsraîlê ye, ket ber metirsiyê.
Neyarên wî, Netanyahu bi têkçûna ewlehiyê ya li hemberî êrişan û redkirina avakirina komîteyeke serbixwe ya ji bo lêkolînê tometbar dikin.
Bertek û daxuyanî
Destpêkê bipêşketina bloka Gadi Eisenkot û Partiya Yasharê bû sedem ku alîgirên wan li saloneke Tel Avîvê ahengê bikin.
Di nav beşdaran de Ohad Ben Amiyê ku berê li Xezeyê di destê Hemasê de dîl bû, ragihand ku hikûmetê ew bi tenê hiştine.
Leşker Noa Eyal ku zêdetirî 360 rojan xizmeta leşkerî kiriye, got ku ew demeke dirêj e li benda vê guherînê ne.
Netanyahu li Orşelîmê (Qudsê) soz da ku hikûmeteke bihêz ava bike, bêyî ku bi awayekî fermî serkeftina xwe ragihîne.



