Hewlêr (Rûdaw) - Meral Daniş Beştaş ragihand ku di pêvajoya çareseriyê de xitimîneke berbiçav heye.
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê ji bo derbaskirina vê xitimînê banga avêtina gavên berbiçav li hikûmeta Tirkiyeyê kir.
Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş bi ANFyê re axivî.
Meral Daniş Beştaşê rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê, helwesta hikûmeta Tirkiyeyê û astengiyên li pêşiya pêkanîna yasaya taybet a pêvajoya çareseriyê nirxandin.
Beştaşê bal kişand ser neavêtina gavên berbiçav ên ji aliyê desthilatê ve û got:
"Li gorî nêrîna min pirsgirêka bingehîn ew e ku îradeya siyasî naguhere gavên berbiçav û hiqûqî.
Yasaya çarçoveyê heye, beriya wê rapora komîteya Parlamentoyê heye lê di avakirina zemîna hiqûqî de derengxistineke cidî heye.
Di qonaxa niha de xitimîneke cidî heye. Gotinek heye dibêje 'bi gotinan keştî nameşe'."
Meral Daniş Beştaşê amaje bi daxuyaniyên berpirsên hikûmetê kir û pê de çû:
“Desthilat hema hema her roj daxuyaniyên siyasî dide lê dema em diçin nava xelkê civak bi awayekî zelal dipirse.
Xelk dibêje, 'Çima gav nayên avêtin? Çima girtiyên me hîn jî di hundir de ne?
Çima nexweş di hundir de li benda mirinê ne?
Çima mirov nikarin vegerin welatê xwe û çima Desteya Aştî û Siyasetê dest bi xebatê nake?'
Heta niha ji bo van pirsan ti bersivên qanîker nehatine dayîn."
“Divê desthilat biryardariya xwe nîşan bide”
Parlamentera DEM Partiyê bi bîr xist ku Abdullah Ocalan banga 27ê Sibatê bi awayekî yekalî kir û çi pêwîst bû bi cih anî.
Beştaşê destnîşan kir ku ji ber vê yekê pêwîst e desthilat jî li şûna bendewariyê, biryardariya xwe ya siyasî di pratîkê de nîşan bide.
Meral Daniş Beştaşê rexne li wê yekê girtin ku pêkanîna yasaya çarçoveyê bi piştrastkirin û biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî ve hatiye girêdan û da zanîn:
"Parlamento saziya herî bilind a yasadanînê ye û nûnertiya îradeya gel e.
Lê pêvajo ji bo înîsiyatîfa burokrasiya ewlehiyê tê hiştin û Parlamento bêdesthilat tê hiştin.
Biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî bûye mekanîzmayeke nû ya biryardanê ya li ser serê Parlamentoyê."
“Pirsgirêka Kurdan ne tenê pirsgirêkeke ewlehiyê ye”
Beştaşê her wiha xwest ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên bicihanîn û got:
"Ma ji bo pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û berdana girtiyan jî em dê li benda biryara Encumena Ewlehiya Neteweyî bisekinin?"
Parlamentera DEM Partiyê tekez kir ku tengkirina Pirsgirêka Kurdan di nava çarçoveya ewlehiyê de şaşiyeke mezin e û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Derketina çekan a ji holê gelekî girîng e lê bi serê xwe ne çareseriya demokratîk e.
Pirsgirêka Kurdan ne tenê pirsgirêkeke ewlehiyê ye.
Ev têkoşîna hebûnê ye, pirsgirêka nasnameyê, welatîbûna wekhev, perwerdeya bi zimanê dayîkê û nûnertiya siyasî ye.
Dema ku ev daxwaz bên paşguhkirin, mirov nikare behsa aştiyeke rasteqîn û mayînde bike.
Pêwîst e zimanê ewlehiyê yê serdema şer were guhertin û zimanê aştiyê li vî welatî serdest bibe."



