Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna gendeliya di fonên veberhênanê de, Birêvebirê Giştî yê Borsaya Stenbolê bi tohmeta "endamtiya rêxistina sûc û bertîlxwarinê" hat desteserkirin.
Êvara şemiyê Birêvebirê Giştî yê Borsaya Stenbolê Korkmaz Enes Ergun di çarçoveya lêpirsîna ku wekî "Dosyeya Fonan" tê naskirin de hat desteserkirin.
Ev cara yekem e ku di vê lêpirsînê de berpirsekî di vê astê de li Borsaya Stenbolê tê desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di daxuyaniyekê de ragihand ku Birêvebirê Giştî yê Borsaya Stenbolê bi tohmeta "endamtiya rêxistina ku bi armanca kirina sûcan hatiye avakirin û wergirtina bertîlê" hatiye desteserkirin.
Serdozgeriyê li ser cureyê wan dan û standinên ku tohmeta bertîlê li ser wan hatiye avakirin û delîlên li pişt vê tohmetê ti hûrgilî eşkere nekirin.
Ji meha Îlonê ve di çarçoveya vê dosyeyê de gelek birêvebir û berpirsên şirketên darayî û veberhênanê hatine desteserkirin lê ev cara yekem e ku lêpirsîn rasterast digihêje Birêvebiriya Borsaya Stenbolê.
Beriya niha jî di çarçoveya heman dosyeya gendeliyê de, Serokê Desteya Bazara Sermayeyê (SPK) Mahmut Sutcu ji kar hatibû dûrxistin.
Tê pêşbînîkirin ku desteserkirina vî berpirsê Borsaya Stenbolê di dema vebûna borsayê de bandorê li rewşa dan û standinên darayî bike.
Dosyeya fonên veberhênanê çi ye?
Pêvajoyeke lêpirsîna dadî û îdarî ye ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Fînansekirina Terorê û Spîkirina Pereyan a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin.
Lêpirsînê piştî qeyrana bazara sermayeyê û fonên veberhênanê ku mehên Tebax û Îlonê li Tirkiyeyê rû dabû dest pê kir.
Desteya Bazara Sermayeyê (SPK) ji ber tesbîtkirina binpêkirinan, kirîn û firotina pişkan a 131 fonên veberhênanê yên ser bi 7 şirketan ve rawestand û ew xistin nava pêvajoya tasfiyeyê.
Qeyranê bandor li zêdetirî 455 hezar veberhênerên takekesî kiriye û qebareya wan fonan jî 800 milyar lîreyên Tirkî (ku dike zêdetirî 16 milyar dolarî) derbas kiriye.
Heta niha zêdetirî 120 kesî di çarçoveya vê dosyeyê de hatine girtin.
Di lêpirsînê de navê gelek kesayetiyên siyasî û bazirganî yên navdar ên Tirkiyeyê jî hene.
Parlamentoya Tirkiyeyê jî ji bo çareserkirina vê mijarê komîsyoneke taybet ava kir û ji bo çareserkirina qeyrana fonan û rewşa veberhênerên mexdûr yasayeke taybet pesend kir.



