Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala li ser pêvajoyê got: “Di mijara ‘Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror’ de pêvajo li gorî ku me pêşbînî kiribû didome. Li wir ti rawestîn an jî pirsgirêkek nîne.”
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar berê gotibû ku pêvajo asê bûye.
Endama din a Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê jî gotinên Sancar piştrast kiribûn.
Efkan Ala bêyî ku navê kesî bide bersiva van nirxandinên DEM Partiyê da û destnîşan kir ku pêvajo li gorî plana wan û bêyî ti pirsgirêk didome.
Efkan Ala bi helkefta salvegera 24emîn desthilatdariya AK Partiyê ji ajansa fermî ya Tirkiyeyê AAyê re axivî û mijarên rojevê nirxandin.
“Me xebatên destûrê qedandin”
Efkan Ala tekez kir ku destûreke nû gava yekem a garantîkirina destkeftiyan e û got:
"Em difikirin ku dema amadekirina destûreke nû ya bi lihevkirinê hatiye û derbas jî dibe. Wekî AK Partî me xebatên xwe qedandin.
Piştî ku me ev xebat pêşkêşî Birêz Serokkomar kirin û nirxandinên dawî wergirtin, em ê bi beşên civakê û partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan bikin û wan bidomînin.
Ez bawer im ku di vê qonaxê de şiyana siyasî û daxwaza civakî ya Tirkiyeyê ji bo destûreke nû ya sivîl gelekî amade ye."
“Pêvajo bêyî pirsgirêk didome”
Ala diyar kir ku wan di mijara pêvajoyê de qonaxên girîng li pey xwe hiştine û anî zimên:
"Tirkiye dê bigihîje armanca xwe ku bikeve nav 10 welatên herî pêşketî yên cîhanê."
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Ala li ser pêvajoyê ev agahî dan:
"Di mijara 'Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror' de pêvajo li gorî ku me pêşbînî kiribû didome. Li wê derê ti rawestîn an pirsgirêkek nîne.
Tirkiyeyê hem bi bipêşketinên li Sûriyeyê hem jî bi yên li Îraqê re mekanîzmaya xwe ava kir.
Me yasa derxist û ket meriyetê. Qonaxa yekem a yasayê kete pratîkê.
Komîteyek hat avakirin û wê komîteyê jêrkomîte jî çêkirin. Wan li qadê dest bi xebatan kir. Em riya xwe didomînin.
Bipêşketinên li Sûriye û Îraqê, peyman û hevdîtinên me yên bi wan welatan re jî delîlên herî berbiçav in ku kar li gorî plana me dimeşin.
Bipêşketinên li Tirkiyeyê jî vê yekê piştrast dikin. Vê gavê li wir ti pirsgirêk nîne û em riya xwe didomînin."



