Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Îraqê li ser Şingal, Baregeha Başîqayê û Zilkanê û PKKyê daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Her du welatan ji bo bidawîanîna hebûna hêzên bi ser PKKyê ve yên li Şingalê peyameke "biryardariyê" da.
Peymana 23ê Îlonê tê bicihanîn
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, her du welatan biryardariya xwe diyar kir.
Li gorî daxuyaniyê armanc ew e ku gavên Birêvebirên Îraqê yên ji bo “avakirina tam a desthilata dewletê” bidomin.
Her wiha armanceke din a van gavan “dawîanîna li hebûna hêzên girêdayî PKKyê” yên li Şingalê ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev gav dê li gorî peymana navbera serokên her du welatan bên avêtin.
Ev peyman 23ê Îlona 2026an pêk hatibû.
Radestkirina Baregeha Başîqayê û Zilkanê
Tirkiyeyê ragihand ku ew dê di çarçoveya peymana serokan de dest bi avêtina gavan bike.
Ev gav ji bo radestkirina qonax bi qonax a Baregeha Başîqayê û Zilkanê ya ji bo hikûmeta Îraqê ne.
Her du aliyan biryar da ku "Komîteya Hevpar a Hevahengiya Ewlehiyê" bixin meriyetê.
Berê li ser avakirina vê komîteyê peyman hatibû kirin.
Tê pêşbînîkirin ku ev komîte, pêvajoya bidawîanîna tam a hebûna hêzên girêdayî PKKyê ya li Şingalê bi hev re bişopîne û piştrast bike.
Daxuyaniya fermî ya hevpar
Di daxuyaniya hevpar a Tirkiye û Îraqê de ev tişt hatin gotin:
"Birêvebirên Tirkiye û Îraqê li gorî peymana di navbera serokan de ya 23ê Îlona 2026an, vîna xwe ya hevpar piştrast dikin.
Ew dê gavên şayanî teqdîrê yên Birêvebirên Îraqê bidomînin. Ev pêngav ji bo avakirina tam a desthilata dewletê li Şingalê û dawîanîna li hebûna hêzên PKKyê ne."
Aliyê Tirkiyeyê jî ragihand ku dê li gorî peymana di asta serokan de dest bi avêtina gavên ser milê xwe bike.
Ev gav ji bo radestkirina qonax bi qonax a herêma Başîqa-Zilkanê ya ji bo Hikûmeta Federal a Îraqê ne.
Her wiha her du aliyan biryar da ku Komîteya Hevpar a Hevahengiya Ewlehiyê bixin meriyetê.
Armanc ew e ku ew bi hev re kontrol û çavdêriya pêvajoya li Şengalê bikin.
Ev pêvajo ji bo bidawîanîna tam a hebûna PKKyê dest pê kiriye.



.webp&w=3840&q=75)