Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê ji bo nîqaşkirina pêvajoya çareseriyê, meaşên malnişînan, lêkolîna li ser dosyeya "fona hilberînê" û rûdanên dawî yên navbera Îran û Amerîkayê dicive.
Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê li Kuliyeya Beştepeyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan dicive.
Tê çaverêkirin ku di civînê de gelek mijarên girîng ên aborî, ewlehî û siyaseta derve bên gotûbêjkirin.
Pêvajoya çareseriyê û nexşerêya PKKyê
Pêvajoya çareseriyê ya ku desthilata Tirkiyeyê wekî "Tirkiyeya Bêtiror" bi nav dike, dê bibe yek ji mijarên sereke yên civînê.
Di civînê de dê xebatên "Desteya Koordînasyona Hevgirtin û Yekîtiya Neteweyî" bên nirxandin ku Alîkarê Serokkomar serokatiya wê dike.
Her wiha gavên dawî yên parlamentoyê yên ji bo avakirina "Komîsyona Çavdêriyê" ya pêvajoyê jî dê bibin rojeva nîqaşê.
Li gorî agahiyên saziyên ewlehiyê, dê qala qonaxa dawî ya nexşerêya çekdanîna PKKyê jî bê kirin.
Meaşên malnişînan
Mijareke din a sereke ya civînê, nîqaşkirina wê sererastkirinê ye ku ji bo meaşên malnişînan hatiye amadekirin.
Di civînê de dê çend pêşniyar bên nirxandin.
Tê çaverêkirin ku li gel zêdekirina meaşan a li gorî rêjeya enflasyonê, zêdekirineke din a wekî pereyekî sabît an jî dayîna "para refahê" ji bo hemû malnişînan li ber çavan bê girtin.
Ev guhertin dê bandorê li nêzîkî 18 milyon malnişînan bike.
Piştî nirxandina kabîneyê, dê biryar wekî projeyasayekê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bê kirin.
Lêkolîna li ser dosyeya "Fona Hilberînê"
Hûrgiliyên lêkolîna li ser dosyeya gendeliyê ya "fona hilberînê" jî di civînê de tên eşkerekirin.
Ji bilî aliyê dadwerî, dê qala mekanîzmaya qerebûkirinê ya ji bo hilberîneran wan fonan bê kirin ku biryara betalkirina wan hatiye dayîn.
Siyaseta derve û Lûtkeya COP31ê
Di civînê de her wiha çend mijarên girêdayî warê siyaseta derve bên nirxandin.
Aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, encamên serdana Erdogan a Azerbeycanê û Lûtkeya Avhewayê ya COP31ê ya ku dê li Antalyayê bê lidarxistin, ji wan mijaran in.
Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê ya ku karûbarên hikûmetê bi rê ve dibe ji 17 wezîran pêk tê.
Kabîne her 14 rojan carekê ji bo nirxandina rojeva welêt dicive û civîna wê ya dawî 26ê Çiriya Pêşîn hatibû lidarxistin.



