Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye bi sed hezaran ton bermayiyên plastîk ji welatên Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê hawirde dike.
Ev yek parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê rûbirûyê karesateke mezin a jîngehî û tenduristiyê dike.
Çalakvanên jîngehê hişyariyê didin û dibêjin ku Tirkiye êdî bûye "zibilxaneya plastîkê ya Ewropayê".
Roja sêşemê (10ê Çiriya Paşîn a 2026an), Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) li Antalyayê dest pê kir.
Di heman demê de çalakvanên jîngehê û niştecihên herêmê fikar û metirsiyên xwe anîn zimên.
Ew ji kombûna zibilê plastîk ê di nav zeviyên çandiniyê û Deryaya Spî de gelekî dilgiran in.
Bazirganiyeke 94 Milyon Euroyî
Li gorî amaran, tenê di sala 2025an de Tirkiyeyê 510 hezar ton bermayiyên plastîk ji Yekîtiya Ewropayê û 140 hezar ton jî ji Brîtanyayê hawirde kirine.
Komîsyona Ewropayê qebareya vê bazirganiyê wekî 94 milyon Euro (105 milyon Dolar) texmîn kiriye.
Nêzîkî ji sedî 60ê van bermayiyan rasterast ji parêzgeha Edeneyê re tên şandin.
Edene wekî navendeke sereke ya çandiniyê tê naskirin û zêdetirî sêyeka berhemên narenciyê (mêweyên tirş) yên Tirkiyeyê dabîn dike.
"Vezîvirandin tenê xapandin e"
Li vê parêzgehê nêzîkî 170 şirketên vezîvirandinê kar dikin.
Lê piraniya wan plastîkên ku tên, bi kêrî vezîvirandinê nayên.
Loma li derdorê tên avêtin an jî tên şewitandin.
Pisporê zîndewerzaniya deryayî yê li Koma Lêkolînên Mîkroplastîkê (GRM) Sedat Gundogdu li ser mijarê axivî û got:
"Tenê ji sedî 9ê plastîkan bi kêrî vezîvirandinê tên û Ewropa bermayiyên xwe dişîne welatên din. Di vê rewşê de vezîvirandin tenê xapandin e."
Gundogdu destnîşan kir ku ji ber çemên Edeneyê, asta mîkroplastîkan li Deryaya Spî 65 qatî zêde bûye.
Wî da zanîn ku ji sedî 93yê wan perçeyên hûr ji wan bermayiyan çêdibin ku di kargehên vezîvirandinê de tên hûrkirin.
Wezîrê Jîngehê: Em zibil nayînin
Li hemberî van îdiayan, Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum tekez dike ku welatê wî zibil hawirde nake û got:
"Em bi ti awayî destûrê nadin anîna zibil lê em wan madeyan hawirde dikin ku wekî madeyên xav di hilberînê de tên bikaranîn."
Kurum da zanîn ku wan li Edeneyê çend şirketên neqanûnî girtine û cezayê pereyan li wan birîne.
Metirsiya penceşêrê û biryara nû ya Yekîtiya Ewropayê
Tevî daxuyaniyên hikûmetê jî welatiyên taxa Kuçukdikiliya Edeneyê gazinan dikin.
Ew ji ber belavbûna bêhnên pîs, dûkel û zêdebûna nexweşiya penceşêrê aciz in.
Sedema vê yekê ew e ku li wan kargehan bi berdewamî plastîk tên şewitandin.
Li gorî agahiyan salane nêzîkî 200 bûyerên şewatê li wê herêmê çêdibin.
Çalakvanên jîngehê hişyariyê didin ku biryareke nû ya Yekîtiya Ewropayê (YE) dê barê Tirkiyeyê girantir bike.
Yekîtiya Ewropayê biryar daye ku ji 21ê Çiriya Paşîn ve hinartina zibilê plastîk ji welatên derveyî Rêxistina Hevkariya Aborî û Bipêşketinê (OECD) re qedexe bike.
Ji ber ku Tirkiye endama OECDyê ye, dibe ku ev biryar pêla hatina zibilê plastîk ê Ewropayê ber bi Tirkiyeyê ve çend qatî zêde bike.



