Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê civiyan.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kir.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê ya li Antalyayê de bi Antonio Guterres re civiya.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de çend mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mijarên sereke yên civînê bûn.
Her li gorî daxuyaniyê, aloziyên dawî yên li herêmê mijareke din a guftûgoyên di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiyê ya li herêmê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêk û nakokiyan kir."

.webp&w=3840&q=75)

