Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku “2 dronên Îranê yên bi bombebarkirî ku ber bi Behreynê ve hatibûn şandin berî ku bigihîjin armanca xwe hatine îmhakirin.”
CENTCOMê îdiaya Artêşa Pasdaran a Îranê ya ku digot “radareke hişyarkirina pêşwext a Amerîkayê ya li herêmê hatiye lêdan” bi zimanekî teqez red kir.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişeke bi dronan a li ser Behreynê hatiye astengkirin.
CENTCOMê da zanîn ku hêzên wan 2 dronên Îranê berî ku bigihîjin armancên xwe xistine xwarê û destnîşan kir ku îdiayên Tehranê yên li ser îmhakirina sîstema radarê ya Amerîkayê ya li Behreynê rastiyê nîşan nadin.
“Ti ziyanên canî û madî tune”
CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir û wiha got:
“Artêşa Pasdaran a Îranê 2 dronên bi bombebarkirî ber bi Behreynê ve şandin lê her 2 jî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatin îmhakirin.”
Fermandariyê her wiha diyar kir ku di encama vê êrişa ku hatî astengkirin de, li Behreynê ti kes nemiriye û ti ziyanên madî jî çênebûye.
Bersiva ji bo îdiaya “radara hişyarkirina pêşwext” a Tehranê
CENTCOMê piştî daxuyaniya Artêşa Pasdaran a Îranê ya ku di nav rojê de belav kiribû rasterast daxuyaniyek belav kir.
Aliyê Îranê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku hêzên wan “radareke hişyarkirina pêşwext a hêzên Amerîkayê ya li Behreynê kiriye armanc û bi temamî îmha kiriye.”
CENTCOMê ev îdia bi awayekî zelal pûç kir.
Baregeha Fîloya 5an gelek caran dibe armanc
Behreyna ku rûniştina sereke ya baregeha Fîloya 5an a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ye, wekî yek ji xalên sereke yên aloziya li herêmê dimîne.
Ji dema ku şerê Îranê ya ji meha sibatê û vir ve, xalên leşkerî yên Amerîkayê yên li wî welatî, gelek caran bûn armanca êrişên Îranê.


