Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand ku pêvajo bi awayekî erênî bi pêş ve diçe û li qadê pêşketin tên dîtin.
Lê Yilmaz da zanîn ku ew hîn negihîştine wê qonaxê ku çek bi temamî hatibin danîn û pêvajoya fesihbûnê temam bûbe.
Cevdet Yilmaz şeva borî beşdarî bernameyeke televîzyonê bû.
Wî li ser qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê, gavên li qadê û biryarên paşerojê nirxandinên girîng kirin.
"Li Şingalê pêşketinên girîng çêbûn"
Yilmaz di axaftina xwe de qala gavên PKKyê yên li qadê kir û got:
“Em li qadê jî pêşketinan dibînin. Hinek şikeft tên valakirin, li Şingalê pêşketinên girîng çêbûn. Em dibînin ku li qadê gavên şênber dest pê kirine.
Lê em hîn ne di wê qonaxê de ne ku çek bi temamî hatibin danîn û pêvajoya fesihbûnê temam bûbe.”
Qonaxa duyem dê çawa dest pê bike?
Cevdet Yilmaz ji bo destpêkirina qonaxa duyem a pêvajoyê bal kişand ser biryara Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) û got:
“Dema ku danîna çekan temam bibe, ev yek dê bê piştrastkirin. Piştî ku Encûmena me ya Ewlehiya Neteweyî ev yek piştrast kir, em dê derbasî qonaxa duyem a di yasayê de bibin.
Wê demê qonaxa duyem, ango ya ku em jê re dibêjin 'berdana di bin çavdêriyê de' dê dest pê bike. Li wê derê dê hem saziyên dadê dest bi xebatê bikin, hem jî mekanîzmayên lihevhatina civakî û yekbûnê bikevin pratîkê.”
"Çavê sêyem tune"
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî de ye û dikare hem di warê bipêşketinê hem jî di warê demokrasiyê de gelek tiştan bi dest bixe û wiha pê de çû:
“Li vir çavê sêyem tune. Welatekî din û mekanîzmayên din ên çavdêriyê nînin. Parlamentoya me heye, hikûmeta me heye, civaka me ya sivîl û partiyên me hene.
Bi van hemû sazî û mekanîzmayên xwe, Tirkiye nîşanî tevahiya cîhanê dide ku welatek e ku xwedî şiyana çareserkirina pirsgirêkan e.”
Cevdet Yilmaz her wiha spasiya Parlamentoyê kir û got:
“Parlamentoya me bi rastî jî xebateke mînak kir. Em spasiya Serokê Parlamentoyê û hemû partiyên ku keda wan tê de heye – hem ên desthilatê hem jî yên mixalefetê – dikin. Xebateke mînak bû.
Xwezî di mijarên din ên neteweyî û giştî de jî ev yek ducare bibûya. Hatina ba hev a hemû partiyan, ji bo miletê me tiştekî baş e.”
Çav li civîna 27ê Çiriya Paşîn in
Pêvajoya nû ya çareseriyê, piştî banga Çiriya Pêşîn a 2024an a Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî û banga 27ê Sibata 2025an a Abdullah Ocalan ketibû rojeva Tirkiyeyê.
Di vê çarçoveyê de, PKKyê di kongreya xwe ya Gulana 2025an de biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ragihandibû.
Tebaxa 2026an jî "yasaya çarçoveyê" li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin.
Niha ji bo gavên pêvajoyê û sepandina yasaya taybet a pêvajoyê, çav li civîna Encûmena Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya Tirkiyeyê ye ku biryar e 27ê Çiriya Paşîn a 2026an pêk were.
Eger di wê civînê de biryara piştrastkirina danîna çekan a PKKyê derkeve, yasaya çarçoveyê dê bikeve pratîkê û gerîla dê karibin ji bo sûdwergirtinê di nava 6 mehan de serlêdanê bikin.


