Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya balafirhilgir a Amerîkayê USS Theodore Roosevelt gihîşt herêma berpirsiyariya CENTCOMê ya li Rojhilata Navîn.
Şer û aloziyên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de derbasî meha xwe ya heştemîn bûn û bi gihîştina vê keştiyê re jî, hejmara keştiyên balafirhilgir ên Amerîkayê li herêmê derket sêyan.
Ji meha Nîsana îsal ve cara yekem e ku Amerîka di heman demê de sê keştiyên balafirhilgir li herêmê bi cih dike.
Li gorî agahiyên ku berpirsên Amerîkayî dane medyaya cîhanî, keştiya USS Theodore Roosevelt tevî her du keştiyên din ên balafirhilgir USS George H.W. Bush û USS George Washington bûye.
Berî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya geşta xwe ya Asyayê de bi Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li ser rewşa Îranê bicive, ev liv û tevgera leşkerî li herêmê tê dîtin.
Îran: Em li benda êrişa Amerîkayê namînin
Li hemberî zêdebûna hêzên leşkerî yên Amerîkayê, berpirsên bilind ên Îranê daxuyaniyên tund dan.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê Kar û Barên Yasayî û Navneteweyî Kazim Xerîbabadî ragihand ku Tehran dê li benda wê yekê nemîne ku Amerîka dest bi êrişa yekem bike.
Kazim Xerîbabadî angaşt kir ku dibe Washington hewlên dîplomatîk tenê ji bo qezenckirina demê û amadehiya êrişeke nû bi kar bîne.
Di heman demê de, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku Tehran li benda ti aliyekî namîne, hemû bala wan li ser parastina ewlehiya neteweyî ye û her êrişeke leşkerî dê bi awayekî tund bê bersivandin.
Aloziyên li Behreynê û êrişên li ser Bingeha El-Rîfayê
Aloziyan li welatên Kendavê û bi taybetî li Behreynê jî gihîştiye asteke metirsidar.
Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi 6 dronan sîstema radarê ya Amerîkayê ya li Bingeha Helîkopteran a El-Rîfayê ya li başûrê Manamaya paytexta Behreynê kiriye armanc.
Li hemberî vê yekê, Wezareta Parastinê ya Behreynê da zanîn ku sîstemên wan ên parastina asmanî çendîn êrişên asmanî yên Îranê têk birine û ev kiryar wekî "êrişkariyeke sîstematîk" bi nav kir.
Piştî van êrişan, Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê du caran alarma metirsiyê lê da û ji hemû welatî û niştecihên welêt xwest ku aramiya xwe biparêzin û herin cihên herî nêzîk ên ewle.
Her wiha Balyozxaneya Amerîkayê ya li Behreynê jî hişyariyeke lezgîn a ewlehiyê belav kir û ji welatiyên xwe xwest ku ji ber metirsiya êrişên nû yên Îranê û Hûsiyên Yemenê di asta herî bilind a hişyariyê de bin.
Li Tengava Hurmizê tankerên petrolê hat armancgirtin
Di heman demê de, li Tengava Hurmizê jî metirsiya li ser keştiyên bazirganî zêde bûye.
Li gorî medyaya Kendavê û daxuyaniyên hêzên deryayî yên Îranê, du keştiyên petrolhilgir li Tengava Hurmizê li mayînên deryayî qelibîne û agir bi wan ketiye.
Ev bûyer di çend rojên dawî de wekî şeşemîn rûdana bi vî rengî li wê rêya stratejîk a cîhanî tê tomarkirin.



.webp&w=3840&q=75)