Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî û şermezarkirina darvekirina wan semînerek hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), semîner 15ê Çiriya Paşîn li Weqfa Çand û Lêkolînê ya Kurdî (KURD-KAV) hat lidarxistin.
Semînerê bi rêzgirtina ji bo Seyîd Riza û hevalên wî, şehîdên Sînemaya Amûdê û hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun moderatoriya semînerê kir.
Kasim Ergun armanca semînerê anî zimên.
Nûnerên partî û saziyan axivîn
Di semînerê de nûnerên çend partî û saziyên Kurdî axaftin kirin.
Li ser navê PWKyê Mehmet Gul bi zaravayê Kirmancki-Zazakî yê Kurdî axivî.
Li ser navê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mansûr Kara û li ser navê Tevgera Vejînê jî Ferhad Kurdistanî bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî axivîn.
Her wiha Serokê Giştî yê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara jî li ser navê weqfê bi Tirkî axaftinek kir.
Agahiyên li ser Komkujiya Dêrsimê
Axaftvanan li ser komkujiya ku li Dêrsimê hat kirin û siyaseta îmha û înkarê ya dewleta Tirkiyeyê agahiyên berfireh dan.
Wan her wiha li ser darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî bîr û rayên xwe anîn zimên.
Endamê Meclisa Partiyê ya PWKyê û helbestvanê Kurd Abdulmecîd Kapazan di bernameyê de helbestek xwend.
Nivîskarê Kurd Salman Yeşîlgoz jî li ser Komkujiya Dêrsimê nêrînên xwe anîn zimên.
Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî semînerê bûn.


.jpg&w=3840&q=75)
