Hewlêr (Rûdaw) - Berê sibehê polîs ketin avahiya Sozcu TVyê ya li Stenbolê û dest bi lêgerînê kirin.
Li gorî agahiyan, TMSFyê (Fona Sîgortaya Mevdûatên Teserûfê) qeyûm danî ser televîzyonê û polîsan Seroka Birêvebiriya Sozcu TVyê Funda Tuncer Sidali jî desteser kir.
Rojnameger û şîrovekarê Sozcu TVyê Îsmaîl Saymaz li ser tora civakî ragihand ku hêzên ewlehiyê ketine nava avahiya televîzyonê û birêvebiriya wir ketiye destê qeyûman.
“Qeyûm danîne ser televîzyon û malperê”
Parêzerê Koma Medyayê ya Sozcu TVyê Ersan Barkin ku wê demê li avahiyê bû, qala mijarê kir.
Barkin da zanîn ku heta niha qeyûm tenê danîne ser Sozcu TV û malpera Sozcuyê û got:
"Ev lêgerîn li ser wê dosyeyê tê kirin ku berê Dadgeha Bilind lêkolîn kiribû û biryar dabû ku ti sûcek tê de nîne."
Ozgur Ozel: Hûn dê ti carî nikaribin dengê vî gelî bibirin
Ketina nav televîzyonê û danîna qeyûman di qada siyasî de deng veda û bû sedema nerazîbûneke zêde.
Serokê Giştî yê YENÎ Partiyê Ozgur Ozel da zanîn ku êdî bêhna desthilatê li hemberî rexneyên herî biçûk û bihîstina rastiyan jî teng bûye û got:
"Heyf û mixabin ji wan kesên ku ji bo kursiyekî welat xistine vê rewşê. Em dê teqez rêyekê bibînin, em ne bêdeng dimînin, ne ditirsin û ne jî serî ditewînin. Hûn dê ti carî nikaribin pêşî li bilindbûna deng û hewara vî gelî bigirin."
“Derbeyeke eşkere ya li dijî demokrasiyê ye”
Her wiha Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu jî li hemberî vê pêngavê derket û ev bûyer wekî "derbeyeke eşkere ya li dijî demokrasî, hiqûq, dadperwerî û mafê nûçegirtina gel" nirxand.
Dervîşoglu da zanîn ku ev hewldan bi ti sedemê nayê rewakirin û tekez kir ku dengê rastiyê nayê tepisandin.



