Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand ku pêvajo ne tenê mijareke ewlehiyê ye, ew meseleyeke stratejîk a dewletê ye ku paşeroja Tirkiyeyê eleqedar dike.
Bahçelî her wiha pirsgirêkên Tirkiyeyê di 7 sernavan de pênase kirin û banga çareserkirina wan a berî hilbijartinan kir.
Serokê MHPyê 18ê Çiriya Paşîn a 2026an di bernameyeke televîzyonê de li ser pêvajoya çareseriyê û mijarên rojevê axivî.
“Berpirsiyariyeke dîrokî ye”
Bahçelî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ku bi banga wî dest pê kiribû û got:
“Tirkiyeya Bêteror ji bo aramî û xweşguzeraniya nifşên me yên paşerojê berpirsiyariyeke dîrokî ye.
Ji vî alî ve Tirkiyeya Bêteror a ku aqilê hevbeş û lihevkirina civakî dixe pêş, bi gavên rast û dilsoz li hemberî ferzkirinên ji derve girtî ye û garantiya avakirina paşerojekê ye ku biratiya hezar salî bêtir xurt bike.”
Serokê MHPyê diyar kir ku pêvajo di warê dîplomasiya navneteweyî de jî xwedî wateyeke taybet e û anî zimên:
“Tirkiyeya Bêteror armanc dike ku cudahiyên ku hêzên cîhanî wekî amûra herî bikêr dibînin di nav welêt de bihêle û wan bike hevbeşên tecrube û çîroka me ya dîrokî û çandî.
Armanc dike ku amûrên ku hêzên cîhanî bi wan Tirkiyeyê nearam dikin ji destên wan bistîne û biratiya hezar salî bigihîne hezar salên bê.”
Bahçelî tekez kir ku mijar ne tenê ya ewlehiyê ye û wiha pê de çû:
“Tirkiyeya Bêteror îrade ye ji bo bidawîanîna meseleya terorê ya ku Tirkiye zêdetirî 40 sal in rûbirûyî wê dibe, rakirina wêraniya ku terorê li jiyana mirov, civak, aborî û dewletê çêkiriye û rizgarkirina paşerojê ji siya terorê.
Bi vî rengî mesele ne tenê sernavekî ewlehiyê ye, lê meseleyeke stratejîk a dewletê ye ku paşeroja Tirkiyeyê eleqedar dike.”
7 pirsgirêk û “Stratejiya Baranê”
Devlet Bahçelî qala pêwendiya pirsgirêk û çareseriyan kir û got:
“Çawa ku milê mezin û yê biçûk ê demjimêrê bi hev re dimeşin, pirsgirêk û çareserî jî bi hev re dimeşin û bandorê li hev dikin.
Bê guman, dema em ji aliyê mirovî û civakî ve lê dinêrin, her dewletê pirsgirêkên cuda hene, her miletî jî ji dîroka xwe barên cuda anîne.
Me pirsgirêk di 7 sernavan de pênase kirin: Perwerde û îstîhdam, xizanî, gendelî, edalet, çîna navîn, çapemenî û berpirsiyarî, Tirkiyeya Bêteror. Divê ev pirsgirêk heta hilbijartinan bên çareserkirin.”
Bahçelî bal kişand ser nûnertiya partiya xwe ya li Parlamentoyê jî û got:
“Divê di birêvebiriyê de Erdogan, di yasadanînê de Partiya Tevgera Neteweperest, li Tirkiyeyê Hevpeymaniya Cumhur û li cîhanê Sedsala Tirk hebe.
Di heyameke krîtîk de ku krîz û şerên hêzê li ser asta cîhanê hene, me ji bo ku welatê me pirsgirêkên xwe yên bingehîn derbas bike û xweşguzeraniya mayînde ava bike ‘Stratejiya Baranê’ bi pêş xist.”
“Em ne li pey kursî yan meqaman in”
Serokê MHPyê ragihand ku ew di Hevpeymaniya Cumhur de mekanîzmayeke hevsengî û çavdêriyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Em ne li pey kursî yan meqaman in. Ji ber vê yekê em heta dawiyê piştgiriyê didin ku Recep Tayyîp Erdogan li ser wê birêvebiriyê bimîne ku di siyaseta derve de bêtawîz e û rast radiweste.
Em girîngiya tecrubeyeke gelekî cidî dizanin. Aramiya di birêvebiriyê de merca yekem a ewlehiya me ya neteweyî ye.”



