Hewlêr (Rûdaw) - Penaberekî siyasî yê Kurd ê xelkê Tîkabê li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin û metirsiya wê yekê heye ku radestî Îranê bê kirin.
Îro çalakvana mafên mirovan a li Almanyayê Ejîn Husêniyê ji Rûdawê re got:
“Keyhan Cewanmerdiyê ku wekî Lawan tê naskirin, penaberekî siyasî yê xelkê bajarê Tîkabê yê parêzgeha Urmiyeyê ye ku nêzîkî 10 salan li Herêma Kurdistanê çalakiyên siyasî kirine.
Ew sê meh in li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin û metirsiya dersînorkirinê li ser wî heye.”
Li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê hatibû desteserkirin
Li gorî gotina wê çalakvana mafên mirovan, piştî ku li ser torên civakî ji ber çalakiyên wî yên siyasî gef li wî hatine xwarin, Keyhan Cewanmerdî bi armanca gihîştina Ewropayê ji Herêma Kurdistanê derketiye.
Keyhan Cewanmerdî li ser sînorê di navbera Tirkiye û Yunanistanê de hatiye desteserkirin.
Ew destpêkê şandine Kampa Edîrneyê û piştre jî ew veguhastine Kampa Pehlivankoyê.
Serlêdana wî ya ji bo Neteweyên Yekbûyî hat redkirin
Ejîn Husêniyê her wiha got ku parêzerê Keyhan Cewanmerdî heye.
Wê diyar kir ku Cewanmerdî bi rêya parêzerê xwe ji Neteweyên Yekbûyî xwestiye ku rê li ber radestkirina wî ya ji bo Îranê bigirin lê serlêdana wî hatiye redkirin.
“Rewşa kampên Tirkiyeyê gelekî xerab e”
Ejîn Husêniyê li ser rewşa kampên Tirkiyeyê û bi taybetî Kampa Pehlivankoyê hişyarî da û ew wekî “gelekî xerab” bi nav kir.
Wê diyar kir ku li wir fişareke mezin li penaberan tê kirin da ku bi neçarî belgeya vegera bi dilxwazî îmze bikin.
Wê çalakvana mafên mirovan ji Neteweyên Yekbûyî, navend û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û parastina penaberan xwest ku demildest helwestê nîşan bidin û rê li ber dersînorkirina Keyhan Cewanmerdî ya ji bo Îranê bigirin.


.webp&w=3840&q=75)
