کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum / Wêne: Arşîv A

Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum / Wêne: Arşîv A

TIRKIYE

Mehmet Uçum: Pêvajo bêyî Ocalan nabe

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Şandeya Îmraliyê ber bi giravê ve bi rê ket
TIRKIYE22-11-2026

Şandeya Îmraliyê ber bi giravê ve bi rê ket

Bahçelî: We CHPya 103 salî parçe kir lê em nahêlin ku hûn Tirkiyeyê parçe bikin
TIRKIYE22-11-2026

Bahçelî: We CHPya 103 salî parçe kir lê em nahêlin ku hûn Tirkiyeyê parçe bikin

Fetî Yildiz hûrgiliyên Yasaya Çarçoveyê eşkere kirin: Kî nikare sûdê jê wergire?
TIRKIYE22-11-2026

Fetî Yildiz hûrgiliyên Yasaya Çarçoveyê eşkere kirin: Kî nikare sûdê jê wergire?

Hewlêr (Rûdaw) - Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum di gotareke nû de rexne li DEM Partiyê girt û got, “Pêvajo bêyî Ocalan nabe lê divê DEM Partî berpirsiyariyê hilgire.”

Mehmet Uçum diyar kir ku her tim derxistina pêş a rewşa kesane ya Abdullah Ocalan û bikaranîna wî ya wekî perdeyekê ji bo bicihnekirina berpirsiyariyan nêrîneke gelekî teng e.

Uçum li ser qonaxa heyî ya pêvajoya çareseriyê û nexşerêya paşeroja wê gotarek nivîsand û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir.

Uçum di gotara xwe de bal kişand ser berpirsiyariyên aliyên pêwendîdar, rola Desteya Çavdêriyê ya di pêvajoyê de û girîngiya biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê.

“Hêviyên wan dê vala derkevin”

Uçum ragihand ku pêvajo didome û dê bidome jî û got:

“Hinek çavkanî û derdor hene ku dixwazin li hundir û derve ev pêvajoya derbasbûnê bê astengkirin, heta diyalog biqede û metirsiyeke nû ya terorê derkeve holê.

Ti guman nîne ku hemû hêviyên xerab ên van derdorên dijminên Tirkiyeyê û derdorên siyasî yên oportûnîst û destdirêjkar dê vala derkevin.”

“Divê zimanekî hevpar bê bikaranîn”

Mehmet Uçum diyar kir ku pêwîstiya pêvajoyê bi zelalbûn û lezgîniyeke zêdetir heye û wiha pê de çû:

“Di vê mijarê de, ji bo qonaxa heyî ya pêvajoya derbasbûnê, diyar e ku divê hêmanên rêxistina hilweşiyayî û qadên nûnertiya DEMê berpirsiyariyeke mezintir hilgirin ser milên xwe.

Li aliyekî divê gavên bingehîn ên ji bo tespîtên li qadê bi lez bên avêtin, li aliyê din jî divê navenda daxuyaniyan Tirkiye be û bigihîjin ziman û şêwazekî ku ne tenê bi girseya xwe re, bi hemû welêt re biaxive.”

Uçum di nivîsa xwe de rexne li daxuyaniyên berpirsên PKKyê û DEM Partiyê jî girtin û got:

“Eger hêzên rêxistina hilweşiyayî û qadên nûnertiya DEMê tenê ji bo girseya xwe biaxivin, piraniya mezin a civakê nebînin û wiha hewl bidin bi pêş ve biçin, ew dê şaşiyê bikin û zererê bidin pêvajoyê.

Di pêvajoya derbasbûnê de ji bo bipêşketina pratîk û gihîştina fikrî, pêwîst û neçar e ku hêmanên rêxistina ku xwe hilweşandiye û qadên nûnertiya DEMê zimanekî ku hemû welatiyên me li ber çavan digire bi kar bînin û baweriyê ava bikin.”

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku divê civak bi temamî bawer bike ku çek tên danîn û got:

“Di vî warî de tenê gavên şênber ên ku hêzên rêxistina hilweşiyayî bavêjin û daxuyaniyên dilsoz û biryardar ên qadên nûnertiya Partiya DEMê yên ku çekdanînê teşwîq dikin dikarin civakê razî bikin.

Eşkere ye ku pêwîstiya civakê jî bi hevkêşeya bawerî û ewlehiyê heye.”

“Pêvajo bêyî Ocalan çênabe lê...”

Mehmet Uçum qala rola Abdullah Ocalan û nîqaşên li ser rewşa wî kir û got:

“Bê guman di serkeftina pêvajoyê de rola Ocalan cihê nîqaşê nîne. Bipêşketina pêvajoyê bêyî Ocalan çênabe.

Lê her tim rewşa Ocalan pir derxistina pêş, di pîvana serkeftina pêvajoyê de faktorên din di bin siyê de bên hiştin û nûnerên pêwendîdar Ocalan bikin perde da ku erkên xwe bi cih neynin, ev nêrîneke kêm û gelekî teng e.”

Uçum da zanîn ku pîvanên bipêşxistina demokrasiyê tenê bi rêya rewşa kesane nayên nirxandin û wiha domand:

“Eger rewşên kesane wekî diyarkerên misogeriya paşeroja Kurdan bên dîtin ku hêmaneke bingehîn a miletê Tirk in, ev yek gumanên li ser pêvajoyê zêde dike.

Divê bê zanîn ku pêwîstiyên têkildarî rewşên kesane nayên paşguhkirin. Nirxandinên hiqûqî û pratîk tên kirin.

Lê eger rewşên kesane her tim di navendê de bên danîn, li şûna ku piştgiriya civakî zêde bibe dê kêm bibe.”

Meseleya çekdanînê û qonaxa duyem

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser daxuyaniyên 15ê Çiriya Paşîn a 2026an ên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û got:

“Divê nirxê xwedîderketina biryardar a Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan a li pêvajoyê û tiştên ku Birêz Devlet Bahçelî ji bo razîkirina tevahiya civakê kirine baş bê zanîn.”

Uçum daxuyaniyên berpirsên PKKyê bi bîr anîn ku digotin êdî rêxistina wan li ser Tirkiyeyê ne gef e û got:

“Di vê çarçoveyê de gotina ‘Me hêzên çekdar ji rewşa gefa li ser Tirkiyeyê derxistin’ dê nêzîkbûneke kêm a li hemberî pêvajoyê be. Mesele ne tenê kêmkirina rîska çekan e, ji holêrakirina çekan e.

Pêvajoya derbasbûnê ne tenê bi tasfiyekirina siyasetê ya bi hemû hêmanên wê ve sînordar e. Erkê pêvajoya tasfiyekirinê ew e ku ji bo berfirehkirina qada fikrî û xurtkirina siyaseta demokratîk şert û mercên guncav amade bike.”

Mehmet Uçum her wiha diyar kir ku Komîsyona Çavdêriyê ya di nav Parlamentoya Tirkiyeyê de û Desteya Şopandin û Nirxandinê ya bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê di pêvajoyê de xwedî roleke girîng in.

Uçum li ser biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî ya ji bo piştrastkirina çekdanîn û xwehilweşandina PKKyê jî wiha axivî:

“Wergirtin û ragihandina biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî dê bibe sedem ku qonaxa duyem a Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ya bi hejmara 7595an bikeve dewrê.

Dema ev qonaxa duyem bikeve dewrê û biqede, armanca ‘Tirkiyeya Bêteror’ dê pêk bê û aştiya neteweyî dê bê xurtkirin.”

Nûçeyên Têkildar

Şandeya Îmraliyê ber bi giravê ve bi rê ket
TIRKIYE22-11-2026

Şandeya Îmraliyê ber bi giravê ve bi rê ket

Bahçelî: We CHPya 103 salî parçe kir lê em nahêlin ku hûn Tirkiyeyê parçe bikin
TIRKIYE22-11-2026

Bahçelî: We CHPya 103 salî parçe kir lê em nahêlin ku hûn Tirkiyeyê parçe bikin

Fetî Yildiz hûrgiliyên Yasaya Çarçoveyê eşkere kirin: Kî nikare sûdê jê wergire?
TIRKIYE22-11-2026

Fetî Yildiz hûrgiliyên Yasaya Çarçoveyê eşkere kirin: Kî nikare sûdê jê wergire?

Pirsên