Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku PKK peyamên Abdullah Ocalan ji nêzîk ve dişopîne û li gorî wan tevdigere.
Numan Kurtulmuş ji bo 12an Civîna Serokên Parlamentoyan a MIKTAyê çûbû Awistralyayê û li wê derê pirsên rojnamegeran bersivandin.
“PKK pêbendî banga Ocalan dibe”
Kurtulmuş li ser pêvajoya çareseriyê û danîna çekan a PKKyê bal kişand ser bandora Ocalan a li ser PKKyê û got:
“Wiha diyar e ku Îmralî bi awayekî zêde li ser rêxistinê serdest e. Em dibînin ku rêxistin ji nêzîk ve peyamên Îmraliyê dişopîne û li gorî wan tevdigere.
Daxuyaniyên Ocalan ên ji bo danîna çekan û avakirina zemîna têkoşîna siyasî hêja ne. Em dibînin ku rêxistin jî bi awayekî zêde pêbendî van bangan dibe.”
Rola saziyên ewlehiyê
Numan Kurtulmuş her wiha anî zimên ku Komîsyona Şopandinê ya ku dê li Parlamentoyê were avakirin biryara tesbît û piştrastkirina danîna çekan nade.
Kurtulmuş destnîşan kir ku biryara li ser vê mijarê dê ji aliyê saziyên ewlehî û îstixbaratê ve were dayîn.



