Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu piştî hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku armanca wan ew e ku di destpêka sala nû de kevirê bingehîn ê projeya Rêya Bipêşketinê deynin.
Abdulkadîr Uraloglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew roja çarşemê (25ê Çiriya Paşîn) li Bexdaya paytexta Îraqê li gel Elî Zeydî civiya.
Uraloglu da zanîn ku wan potansiyela Rêya Bipêşketinê ya ji bo xurtkirina veguhastin û bazirganiya navneteweyî nirxandiye.
Her wiha gavên ku dê hevkariya veguhastin û veberhênanê ya di navbera her du welatan de bipêşvetir bibin jî hatine gotûbêjkirin.
“Em dê projeyê bi lez pêk bînin”
Uraloglu bal kişand ser dema destpêkirina projeya Rêya Bipêşketinê û got:
"Di çarçoveya armanca destpêkirina xebatên danîna kevirê bingehîn û avakirina projeyê ya di serê salê de, hevdem meşandina xebatên li ser xeta heyî bi xeta nû re û zêdekirina kapasîteya Bendera Mezin a Fawê xwedî girîngiyeke mezin e."
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê tekezî li ser hevkariya her du welatan kir û got:
"Bi hevkariya xurt a Tirkiye û Îraqê em dê projeya Rêya Bipêşketinê bi lez pêk bînin û bi hev re rê li ber bazirganî û bipêşketina di navbera Rojhilat û Rojava de vekin."
Rêya Bipêşketinê çi ye?
Projeya "Rêya Bipêşketinê" korîdoreke stratejîk a veguhastinê ye.
Armanca wê ew e ku Kendavê bi rêya Îraqê bi Tirkiye û Ewropayê ve girê bide.
Her du welat hewl didin ku vê korîdorê bikin rêyeke alternatîf, bileztir û kêmmesreftir ji bo veguhastina kel û pel û enerjiyê ya di navbera Asya û Ewropayê de.
28ê Tîrmehê bi serperiştiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Enqereyê 5 peyman di navbera her du welatan de hatin îmzekirin ku yek ji wan bi taybetî li ser projeya Rêya Bipêşketinê bû.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu anî ziman:
"Di pirsa Rêya Bipêşketinê de em bi Îraqê re mil bi mil dixebitin.
Keda me ya çend salan bi îmzeyekê kete qonaxa bicihanînê. Proje ji xeteke hesinî ya 1200 kîlometreyî, rêya bejahî û xetên veguhastina enerjî û ragihandinê pêk tê.
Ji Bendera Fawê dest pê dike û piştî 1200 kîlometreyî digihêje Tirkiyeyê, li vir jî bi rêya xeta hesinî derbasî Ewropayê dibe.
Destpêkê em dixwazin xeta hesinî temam bikin. Mesrefê wê nêzîkî 15 milyar dolarî ye.
21ê Tîrmehê em çûn Bexdayê û bi Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê û Serokwezîr re civiyan.
Me li ser du mijaran li hev kir, ya yekem cihê deriyê sînorî yê di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ye ku me li ser Pêşxabûr-Ovakoyê li hev kir.
Ya duyem jî çawaniya fînansê bû. Me biryar da ku şirketên Tirkiyeyê projeyê bi cih bînin û Îraq jî di berdêlê de petrolê bide.
Di roja îmzekirina peymanê de me di belgeyê de xeletiyeke teknîkî ya pir biçûk dît.
Me xwest em wê sererast bikin û pişt re îmze bikin. Yanî sedema bipaşketinê ne fêmnekirin an nakokiyek bû.
Piştî sererastkirinê bi amadebûna Serokkomar û Serokwezîr me peyman îmze kir.
Di îradeya Tirkiyeyê û Îraqê ya ji bo vê projeyê de ti guman nînin.
Dê ev proje nêzîkî 4-5 salan berdewam bike. Me bi Îraqê re nîqaş kir bê em çawa dikarin projeyê zûtir biqedînin."



